Cîhan

Parlementoya Iraqê dicive lê…?

Ofîsa serokê parlamentoya Îraqê daxûyakirin ku, parlemento di vê heftêyê de bi armanca hilbijartina serokkomarê nû bicive, lê pirsgirêk û dubendîyên ku bûne sedema krîza siyasî ku didomin dibe ku hê jî rê li ber encamdayîneke bigire.

Parlamanterên Îraqê wê roja Pêncşemê bicivin, eve zêdetirê salekiye hilbijartin çêbûne,lê heta wek vê gavê hukumetek nehatiye avakirin.

Biryara Muqteda Sedir bandorek mezin li siyaseta Iraqê kir. Sedir 73 endamên xwe ji parlamenê vekişand û di Tebaxê de ragihand ku ewê dev ji siyasetê berde.

Biryara Sadr bû sedema tundîtûjiyeke pir mezin li Bexdayê ; aligirên wî êrîşî qesra hikûmetê kirin û bi komên dijber yên Şîa şer kirin, ku piranîya wan ji aliyê Îranê ve têne piştgirî kirin.

Sadr di destpêkê de xwestibû ku piranîya parlamanê bi partîyên Kurd û yên Sunnî re pêk bîne û komên Şîa yên ku Îran piştgirîya wan dike li derveyî hikûmetê bihêle.

Li Îraqê, Serokatî bi piranî posteke sembolîk e, lê dengdana bo serokekî nû di proseya siyasî de gaveke girîng ya serekî ye; jiber ku serok berbijarê mezintirîn bloka parlamanî vedixwîne da ku hikûmetê ava bike.

Li gor sîstema parvekirî ya desthildarîyê ku bo pêşîgirtina pirsgirêkên mezhebî hatiye çêkirin, serokê Îraqê ji Kurdan, serokwezîrê wê ji şîa yan û serokê parlamana welêt jî sunnîyan tê bijartin.

Lê, nakokîyên di navbera partîyên Kurd yên serekî yên li Herema Kurdistanê, rê li ber hilbijartina serokê nû yê Îraqê girt.

Serokê Îraqê ji 2003’an vir ve ji nava Yekîtîya Niştiman ya Kurdistanê (YNK) tê bijartin.

Hevrikê YNK’ê Partîya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) ku heta niha hejmara herî zêde ya dengên Kurdan bidest xistiye, li ser berbijarê xwe israr dike.

Parlamanterê PDK’ ê Mehma Xelîl ji Reutersê re ragihand ku heta niha bi YNK re li ser peymaneke nehatiye lihev kirin.

Xelîl ji Reutersê re got ku gotûbêjên di navbera PDK û YNK’ê hîn berdewamin û pêwîstiya wan bi demeke zêdetir heye.

Wî bi berdewamî got ku berîya ku PDK û YNK’ê bigehin peymanekê, divê li parlamena Îraqê ti civîn çênebin.

Endamekî payebilind yê YNK’ê Gayath Sûrçî jî got ku heya niha ti lihevkirinek çênebûye û mijar wek pirsgirêkekî dijwar xuya dike.

Back to top button