Kî temsîla PKK-ê dike?

Li gora nivisekî di rojnama Taraf ê de, parlementerê AKP-ê yê Diyarbekirê Galib Ensarioglu ji rewşa neçarebûna pirsa kurd gelekî ne rihete. Bûyerên li herêmê çêdibin berê xwe daye kesên ku kar dikin, rêya çêdikin û xizmetên civakî dikin. Ji bo van bûyeran li herêmê xizmet gelekî naye kirin.
Galip Ensarîoglu li Diyarbekirê li gel rojnemevanan gotubejik kir û li ser rewşa herêmê dîtinên xwe gotin.
Ensarîoglu got ku, em kesên li herêmê wek parlementer hatine hilbijartin hem yên AKP-ê hem jê yên PDP-ê divê insîyatîfê bistînin û çareseriyekî ji vê pirsê re bibînin.
Rojnemevanê tarafê dibêje ku, min pêwendî li gel Galip Ensarioglu danî û hinek pirs jê kirin, ew gelekî ji bo bûyerên li herêmê çêdibin ne rihet bû. Galip got ku; nabê wek parlementerekî destû lingê me girêdayî em tenê li van bûyeran temaşe bikin. Ensarîoglu dibêje ku, ji bo çereseriyekî divê rêyek ji bo PKK-ê bête nîşankirin.
Ew siyaseta ku naxwaze PKK-ê tevlî pêvajoyê bike, dibe sedemê tundiya ku PKK dike. Ji bo çareseriyê divê PKK jî di nav projeyên çareseriyê de be.
PKK van di vê qonaxê de dixwaze xwe bide nîşandan û ji bo vê jî van çelakiyên çekdarî dike.Tu feyda çekdariyê ne ji kurdan re ne jî ji PKK-ê re heye. Galip dibêje ku, PKK bi van çelakiyan dixwaze bije ez heme û ez li virim, heyne başke tu armanca wan tuneye.
Ensarîoglu dibêje ez bi navê xwe dipeyivim.
Galip Ensarioglu parlementerê Diyarbekirê
Ensarioglu ji bo çareseriya pirsgirêkê got:
“ Divê sedem û encamên pirsa kurd derxistî ji holê bêne rakirin. PKK jî encamek ye vê pirsê ye.Divê PKK jî parçeyek ji çareseriyê be. Elbett ne PKK û ne BDP bi tenê xwedî mafin ku temsila kurda bikin. Di çareseriya vê pirsê de kurd hemû muhatabin.
Lê di holê de rasitya PKK jî heye. Dema mirov wan ji derê pêvajoyê bibîne ,ev yek dê çareseriyê jî zehmet bike. Ji bo wê divê çareseriyek ku ew jî di nav de bête dîtin.
Tê zanîn ku hukumeta me demek nêzik ji bo çareseriyê gavên girîng avêtin.Pêvajoya osloyê destpêkir.Li Îmralî hevdîtin li gel Abdullah Ocalan hatin kirin. Lê rêxistinê ev pêvajo bi xwe provaka kir. Gotin ku, temsîla me li Îmraliye, muhatab Îmraliyê, lê wan bi xwe ev yek vale derêxist.
Niha Ocalan ji rêxistina xwe aciz bûye. Hukumetê riskek siyasî girt ser milê xwe ji bo çareseriyê. Lê vê siyaseta wan ew jî hişt valehiyê de.
Li farqînê êrîşa ku bûyî sedema 13 leşkeran jiyana xwe ji dest dayî, çelakiyên din yên çekdarî hemî li holêne.Dema welê be dibe sedema krîzek mezin ya baweriya dewletê.
Niha baweriya hukumetê li wan nayê. Lê hukumetê bi temamî ji dest pêvajoya ku berê detpêkirî jî bernedaye. Pêvajoyek ku li Oslu destpêkirî, li Îmralire hevdîtin kirîn û vê dawiyê bi Barzanîre tê berdewam kirin heye.
Niha bêbawerîyek li holê heye. Divê ev yek ji holê bête rakirin û bawerî peyda bibe.
Ez ji bo vê yekê bangî PKK-ê dikim. Kî temsîla we dike? Îmraiye, BDP ye, yan jî Qendil bi xweye? Hun biryara vê yekê bidin.
Bi awayek durist, rasteqînî û samimî bila muhatabekî bidin kifşkirin. Bila desthilatdariyê bidin mumesilê xwe, baweriyê lê bînin, bila pişt kesên ku bidin diyarkirin re karên din nekin. Ew dewleta ku vê bibînê jî bila baweriyê bînê. Bila diyalog destpêbike,bila rûnin gotubêjê bikin. Bese bila veca kesek nemirê, kesek kesekî nekuje û em vê xwîna ku dirêje bisekinînin.“