Li Suriye hêzên rejima Esad cardin komkujiyek mezin kirin.
Li bajarê Humsê li devera Terimse hêzên rejimê bi çekîn giran ketin nava Terimse dest bi girtin û kuştina xelkê kir. Li gora agahdariyên tên hêjmara kuştiyan ji 250 kesî derbas bûye û zêdeyî 300 birîndar hene.
Li gora daxuyaniya konseya şoreş a Suriye, gelek kes piştî ji aliyên hêzên rejimê ve hatîn girtin kuştine. Herweha tê ragihandin di nav kuştiyan de jin û zarok gelekin û piraniya kuştiyan qirika wan hatiye birîn û hatine îdam kirin jî.
Heta niha zêdeyî 150 cesed anine mizgefta navçeyê û gelek cesed li ber çemê Asî ketine û xelk li ber çemê Asî li cesedên kuştiyan didin hev.
Niha tu pêwendî li gel navçeyê tunene û hêzên rejimê kesekî nêzikî deverê nake. Agahdarî ji kesên ku revîne têne standin.