Oldarên kurd ber bi nasnama xwe ya netewî ve diçin
Rojnamevanê navdarê tirk Ruşen Çakir, îro di kuncikê taybetîya xwe de ya li rojnameya Vatanê nivîseke balkêş nivîsandîye. Ruşen Çakir di nivîsa xwe de ragihandiye, ku Tirkiye di biwarê oldariyê de welatekî muhafizekar e û wiha nivîsand: “Em dikarin bêjin oldariya kurdan ji ya hemû welatiyên Tirkiyeyê zêdetir e. Partî, cemaet û komên îslamî di nava kurdan de her tim bi hêz bûn. Dîndarên kurd ji berê ve weke sîgorteya rejîma dewletê bûne. Tirsa herî mezin a rejîma dewletê ew bûye ku tevgera siyasî ya kurd û oldarên kurd bibin yek.”
Ruşen Çakir destnîşan dike, ku tevgera siyasî ya PKK ji ber pirsgirêkên xwe, nekariye bi oldarên kurd re bibe yek û wiha dewam kir: “Sedema ku AKP ev 10 sal in dibe desthilatdar ev e; li her derê Tirkiyeyê deng werdigre.
Li hin cihan bi BDP re tenê AKP dikare reqabet bike. Lê em dibînin ku di demên dawî de dibînin ku oldarên kurd êdî bi çavekî cuda li pirsgirêka kurd dinêrin û nêzî pirsgirêka kurd dibin. Lewre tevgera siyasî ya kurd, di demên dawî de zimanê xwe yê li hemberî oldaran û îslamê guhert. Êdî ew jî têgehên îslamî bi kar tînin. Ji ber vê yekê gelek oldarên navdar ketin nava vê tevgera siyasî û di eniya kurd de cihê xwe girtin.”
Çakir di dawiya axavtina xwe de ji hin oldaran çend mînakan da û da zanî kurdên oldar ji zimanê Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ku tim dixwaze kurdan bi îslamiyetê di partiya xwe de bigre aciz in û dîndar êdî zêdetir xwe nêzî kurdan dibînin.
Nûçe:PNA/GM-SK