Polîtîk

Prof.Dr.Busra Ersanli tahliye bû

Di doza KCKê a Stenbolê de, di nav de akademîsyen Prof.Dr.Busra Ersanli jî heye, 16 kes hatin tahliye kirin. Ersanli, îşev ji girtîgeha Silivriyê derket.

Di 28ê Cotmeha 2011 an de, di b,n navê “KCK”ê de operasyon hatibû lidarxistin. Di wê operasyonê de, 47 kes hatibûn binçavkirin. Ji wan 23 kesa cezayê girtinê xwar û şandine girtîgehê. Di nav wan kesan de, akademîsyen Prof.Dr.Busra Ersanli û weşanger Ragip Zarakolu jî hebûn.

Busra Ersanli, berî ku nehatibû girtin, diçû Akademiya Siyasetê a BDPê û li wira ders didan. Ersanli, bi hinceta, “rêvebiriya rêxistina terorê kiriye, hatibû girtin û ji bo wê, ji 15 salan heta 22 û nîv sala cezayê girtinê dihaat xwestin.  Ersanli, 7 mehe bûn ku di girtîgeha Silivriyê de girtîbû.

Weşanger Ragip Zarakolu jî, bi hinceta, “alîkariya rêxistina terorê kiriye”, di derheqê wî de, 10 sal cezayê girtîgehê dihat xwestin. Zarakolu, 10ê Nîsana 2012 an de hatibû berdan.

15. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, di rûniştina îro de, daxwaziya tahliyekirina kesên di doza KCKê de tên darizandin nirxand û biryara tahliye kirina 16 kesa da.

16 kesên ku hatine tahliyekirin wiha ne:

 Kazım Şeker, Kemal Karagoz, Buşra Ersanlı, Buşra Beste Onder, Can Şah Çelik, Erdoğan Baysan, Medeni Demirkapu, Zekiye Ayık, Cuneyt Ozil, Birgül Arvaz, Suna Varsat, İbrahim Esenyıldız, Mehmet Sıddık Umek, Uğur Taşdemir, Nizamettin Ozmen, Mustafa İpek.

Back to top button