Civak
Kesek hat berdan yek hê jî girtiye
Di doza kuştina 3 jinên kurd li Parisê polis lêpirsîna xwe berdewam dikin. Lê hêja tiştek ku destxistî tuneye. Wek tê zanîn di çerçova vê dozê de du kurdên ji Kurdistana Bakur û nêzikî PKKê ji aliyê polisên Frensive hatibûn binçavkirin û li gel wan lêkolin tê kirin.
Li gora rojnama Fransî Journal Du Dimanche radigihîne yek ji wan kesan hatiye berdan .
Lê kesê din hêjî di destê polisan de ye û lêpirsîn li gel tê kirin.
Ji aliyek din rojnama Frensî 20 Minutes jî dibêje ku kesê heja di destê polisan de ye, lêpirsîn li gel tê kirin ihtimala ku ji aliyê dadgeheve bi tuhmeta kuştina 3 jinan yan jî arikaikirina wan bête girtin.
Niha çavên herkesekî encama vê dozê ye. Ji ber ku eşkerekirina qatilên 3 jinên kurd gelekî girînge.