Kesê xwe neguhere nikare dîrokê biguhere

Mistefa Barzanî digot ” kesê ku ruhê netewî pê re tunebe wê rojekê xiyanetê li milletê xwe bike”

Nûrî Çelîk

Karl Marx dibêje „ Insan dîroka xwe bi xwe çêdikin, lê ne li gor kêfa xwe, ne li gor şertên ku ew destnîşan dikin, li gor çavkanîyên heyî û li gor şertên ku paşerojê ji wan re hiştiye çêdikin. Adet û toreyên hemû nifşên mirî, bi giranîyek mezin xwe berdidin ser mejîyê wan. Û ji bo guhertina xwe û hebûnêndin, ew bi afirandin û guhertina tiştên nûjentir dadikevin”.

Wek Marx jî dibêje, dîrok ji ber xwe ve çênabe, bi destê insanan tê çêkirin. Adet û toreyên dîroka buhurî bandorê li mejîyê insên dike, divê ders ji dîroka buhurî bê wergirtin û li ser esasê wê dîrokê guhertinên nû ji bo pêşerojê bên çêkirin. Divê meriv dîroka xwe ji bo xwe, ji bo xebat û pêşeroja xwe wek çavkanî bigre, şaşî û xeletîyên wê ji xwe re bike ders, li başî û qencîyên wê xwedî derkeve û biparêze, li ser esasên wê dîrokê rê û rêbazek nû ji bo tekoşîna xwe saz bike.

Çawa ku insan dîroka xwe çêdike, guhertina dîrokê jî di destê insên de ye. Dîrok xwe nûjen nake. Yê ku dîrokê nûjen dike û ji nû ve dinivîse dîsa insan e, xebat û tekoşîna wî ye. Tekerûr û dubarekirina dîrokê bi insên ve girêdayî ye. Heger insan ji dîroka xwe dersê wernegire û li ser esasekî nû  xwe neguhere, wê bibe hêsîrê dîroka kevnare û ji qalibê wê dernekeve. Bi kurtî; guhertin û neguhertina dîrokê, kevnare û nûjenkirina wê, paşdebirin û pêşdebirina wê bi destê insên e, bi xebata û tekoşîna wî ye, bi guhertina hest û helwesta wî ye, bi guhertina hişmendî û mejîyê wî ye. Hişmendî û mejî, hest û helwest, xwestek û daxwazên ku neyên guhertin, nikarin dîroka xwe jî biguherin. 

Berî salên 80î, bi pêşketina hizr û fikrên çepîtîyê re, me hewl da ku em dîroka xwe biguherin û li ser esasê dîroka xwe ya kevnar dîrokek nûjen ava bikin. Li ser xebat û tekoşîna kevnar xebat û tekoşînek nûjentir bikin. Lê ji ber ku me dîroka xwe baş ne nirxandibû, ji ber ku me dîroka xwe li bêjingê nexistibû û rewşa milletê xwe baş li ber çav negirtibû, em di xebat û tekoşîna xwe de teqinîn, me hişt ku dîroka me xwe dubare bike û em têk herin, ji hev tar û mar bibin. Navê vê nexweşîyê nexweşîya komunîzma çep dibe yan çi nav lê tê kirin bela bê kirin, xwendin û nirxandina dîrokê, derswergirtina ji dîrokê ji bo ferdên milletekî bindest serpêhatî û dersek mezin e. Bêyî ku em dîroka xwe bixwînin, binirxînin û rêyek rast jê derxin, me xwe bi werîsê xelkê berda bîrê û di encamê de jî em di wê bîrê de fetisîn, xeniqîn û me bi destê xwe xwe kujt. Yanî, dîroka me dersek pir mezin da me û guhê me kişand.

Mistefa Barzanî digot ” kesê ku ruhê netewî pê re tunebe wê rojekê xiyanetê li milletê xwe bike”. Mesûd Barzanî gotibû ” tu kes wek milletê Kurd tiştan zû bi bîr nake”. Ev herdu gotinên dîrokî jî bêguman bi girîngîya dîrokê ve girêdayî ne. Kesê ku dîroka xwe nexwîne, nenirxîne, dersan jê wernegire, dost û dijminên xwe di nav de nas neke, hem ruhê netewî pê re çênabe, hem dikare rojekê xiyanetê li milletê xwe bike û hem jî ji rastîya xwe û welatê xwe dûr dikeve û ji bîr dike. 

Em wek Kurdên Bakur, wek kesayet, rêxistin û partîyên Bakurî, divê carek din û ji serî de vegerin dîroka xwe û lê bikolin. Kêmasîyên me çibûn, başîyên me çibûn, me çi ji dîroka xwe wergirt û çi wernegirt, me di ku de şaşîtî kir, divê bi serîkî zelal, bi hişmendîyek Kurdistanî binirxînin û dersê jê wergirin da ku em carek din nekevin wan şaşîyan. Pêşketin û paşketin bi me û dîroka me ve girêdayî ye. Heger em dîroka xwe baş binirxînin emê dersan jê wergirin û bi pêş kevin. Na heger em girîngîyê nedin dîroka xwe û dersan jê wernegirin, emê di cihê xwe de bihejmêrin, wek îro emê ji hev tar û mar bin û rûn li ser nanê neyarên Kurd û Kurdistanê bikin. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: