Cîhan

Keşa Ala Amerikayê maç dike

Keşeyê Amerîkî Brunson dema ji girtigehê hat azad kirin , di cih de berê xwe da balafirxaneyê û bi balefirek taybet firî çû Almanya. Li Almanya balefirxaneyê balyozê Amerika yê Almanya Richard Grenell  pêşwazîya keşe kir. Dema Brunson ji balefirê hat xwar  dest avêt Ala Amerikayê û ew maç kir û danî ser serê xwe.Piştî vê Keşe berê xwe da welatê û çû Amerikayê. Pirsa girtin û azad kirina Brunson navbera Tirkiye û Amerikayê de bibû pirsgirêkek mezin û heta radeyekî her du endamên NATO yê û hevpeymaniyên stratejîk ji hev dûr ketin.Niha dixweyê piştê azadkirina keşe hewa nermtir dibe.

Back to top button