Polîtîk

Kerkukî: Helepçe, Bitwên, Soran û Akrê ji sala 1999 ve Parêzgehe

Ev zelalkirin ji bo eweye berpirsên Herêma Kurdistanê bi hûrî hizir bikin û mafên bi desthatiyên Herêma Kurdistanê ji dest nedin û nexin ber sedema hat û nehatê û rê jî nedin irfêk dirust bê ji bo Hikumeta Federaliya Iraqê dest bixe nav mafên yasayî û desturiyên bi dest hatiyên Herêma Federaliya Kurdistanê. 

Helebçe Parêzgehe, li gor biryara Parlemena Kurdistanê û destura Iraqê

Vê zelalkirina bi dokumentê ji bo hemwelatiyên Kurdistanê û Iraqê belav dikin, da ku mafên Herêma Federaliya Kurdistana Iraqê neyê binpêkirin. Rêz li yasa û biryarên Herêmê bê girtin û maddeyên destûriyên destûra Iraqa Federal neyê piştguh xistin.

Zelalkirin ji bo eweye hemû aliyek rêz li ‌mafê destûriyan bigrin, nabê û nayê kirin ne Herêma Federaliya Kurdistanê û ne Encumena Wezîran û Encumena Nûnerên Iraqê jî ew mafê wan hebê, dijî bi maddeyekî destûrî ya li destûra Iraqê kar bikin. Mafek bi maddeyekî destûrî li destûra Iraqê ku zêdetirê xelkê Iraqê bi hemû pêkhatan ve deng pê daye, niha tu bêyî û carekî din li Encumena Wezîran wê mafa li wê destûra ku li ‌maddeyekî rûn û diyar, hatibe diyar kirin, li şûna wê yekê ku bi cîh bikî, dûbare bêxî ber dengdanê.

Pêwîste eve bê gotin û eşkere bibe, ne mafê Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê û ne mafê Encumena Wezîran û Encumena Nûnerên Iraqa Federale. Maddeyek ji maddeyên destûra Iraqa Federal bi dilê xwe piştguh bixin li ser da baz bidin û ji sifrê ve destpêbikin.

Bi parêzgehbûna Helebçe, Bitwên, Soran û Akrê. Bi biryara hejmara (11) ê Parlemena Kurdistanê li rêkefta 22/09/1999 hatiye pejirandin. Destûra herdemiya Iraqê ku %80 ê dengderên Iraqê deng pê dane, li wê destûrê da li rûpela (70) li maddeya (141), hemû biryar û yasayên Parlemena Kurdistana Iraqê, li sala 1992 ve pejirand û karpêkiriye û hatiye nasîn‌. Ji bo wê yekê li vir rûne destûra herdemiya Iraqê li gor her dû maddeyên destûriyan (117) li rûpela (57) û maddeya (141) jî li rûpela (70) ve digihînin ku Helebçe û Bitwên, Soran û Akrê, parêzgehin, niha tenê erkê Encumena Wezîrên Herêma Kurdistane ku divê vê karê xwe ve rabe û sînûr û nexşe û naverokên wê dabîn bike. Budçe li gor nifûsa runiştvanên wê diyar bike.

Ev maf, mafê runiştvanên Herêma Kurdistane û Parlemena Kurdistanê desthilatê daye Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê, li gor biryara hejmare (11) ê li rêkefta 22/9/1999 û berpirsiyar kiriye wê yekê bi cîh bike. Destûra Iraqa Federal jî danpêdaye û qebul kiriye, ji bo wê yekê mafê tu lîjne û dezgehekî nav Herêma Kurdistanê û Encumena Wezîran û Encumena Nûnerên Iraqê jî tûne. Ew maf bi neyasayî û nedestûrî li xelkê Kurdistanê werbigrê. Eger Encumena Wezîran û Encumena Nûnerên Iraqê jî şaşiya xwe rast nekin, eve maf ji bo hemû hemwelatiyekî Herêma Kurdistan û Iraqê heye, li dadgeha federal li ‌beramber binpêkirina destûrê da, lêpirsîna yasayî li ser Encumena Wezîrên Iraqê tomar bikin.

Ji bo wê yekê bi girîngî dizanim ev babet gelek bi girîng bê wergirtin û carekî din rê nedin yasa û biryarên Herêma Kurdistanê yên qebulkirî û bi nedestûrî ji Herêmê bêne standin û bixin ber egera hat û nehatê. Ji ber ku ev kirdar divê sabîqeyekî metirsîdar li paşarojê de li ser hemû mafên Herêma Federaliya Kurdistan û Iraqê û parêzgehên din.

Ji ber wê yekê pêwîste Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi erkê xwe rabe, biryara hejmar (11) ê Parlemena Kurdistanê bi cîh bike, sînor û nexşe û naveroka parêzgeha Helebçe, Bîtwên, Soran û Akrê, temam bike. Bi tu awayek jî paşvekêşiyê li biryara hejmar (11) ê Parlemena Kurdistanê ne li berjewendiya xelkê Kurdistanê da ye, ji ber ku ew biryar mafê bi parêzgehbûnê bi Helebçe, Bîtwên, Soran û Akrê daye. 

Dr. Kemal Kerkûkî

Serokê berê yê Parlemena Kurdistanê û Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Peywendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê

27.01.2014

 

 

Back to top button