Hevpeyvîn

Kerkûkê hatiye dagîrkirin , lê emê Kerkûkê dîsa rizgar bikin

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm dibêje, helwesta Barzanî li ser heyama serokatiya xwe tiştekî normal bû. Kerîm her wiha dibêje, xewna serxwebûna Kurdistanê hîn jî zindî ye.Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, ji televîzyona Amerîkî, CNN re li ser xilasbûna heyama serokatiya Barzanî û helwesta Barzanî li ser wê mijarê axivî û got, helwesta Barzanî tiştekî normal bû.Necmedîn Kerîm her wiha got, Barzanî îstifa nekiriye tenê gotiye ez êdî naxwazim heyama serokatiya min were dirêjkirin çimkî heyama serokatiya wî xilas bûye. Bi baweriya min ev tiştekî normal e.Parêzgarê Kerkûkê, ku ji ber dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û pasdarên Îranê û zeftkirina kursiya wî ji aliyê erebekî şîe ve nikare vegere Kerkûkê, li ser serxwebûna Kurdistanê jî got, Barzanî alaya referandoma serxwebûnê bilind kir û bi awayekî aştiyane referandom bi ser xist lê mixabin berteka Iraq û welatên cîhran tund bû li hember wî. Lê xewna serxwebûna Kurdistanê hîn zindî ye û dewleta Kurdistanê dê her were avakirin û dê zûtir jî were avakirin.Necmedîn Kerîm anî ziman ku Kerkûkê hatiye dagîrkirin û got, lê emê Kerkûkê dîsa rizgar bikin. 
Back to top button