Ji bo pişgiriya serok xwepêşandan têne kirin

Piştî ku,  serok Barzanî peyamek ji bogel  belav kir, tê de red kir li ser posta serokatiya herêmê berdewam bike, bi hezaran welatiyên bajar û bajarokên herêma Kurdistanê li dijî wê biryarê rijiyan ser cadeyan.Bi hezaran kes ji bajarê Hewlêr, Dihok, Soran, Zaxo û çendîn deverên din ên herêma Kurdistanê li dijî biryarê û neqebûlkirina Barzanî ji posta serokatiyê rijiyan ser cadeyan.Duh, serok Barzanî peyamek bo parlamentoya Kurdistanê rêkir û îro di civîna asayîya parlamentoyê ew peyam hate xwendin, piştî wê di peyameke vîdyoyî de Barzanî tekez kir ku, ew di posta xwe de weke serokê herêma Kurdistanê berdewam nabe û got ku, ew dê weke pêşmergeyek di nav cemawerê xwe de bergiriyê ji xaka welatê xwe re bike û destkefên Kurdistanê biparêze. 

Nerîna min :