Keko li diya xwe û birayê xwe digere
Elezîz – Erdheja li gundên Elezîzê çêbûyî, hinek gund temamî xira kirin. Wek gelek erdheja şûn xwe ve hêstirên çavan, xem û êş hişt. Gelek pirsgirêkên xelkê li herêmê hene, xaniyên wan xirab bûn, heywanên wan telef bû, ji heiyê jî giringtir dê û babên wan, zarokên wan xweşk û birayên wan çûn.
Yek ji wan kesên ku birayê xwe û dayika di bin kavlên xaniya de hiştî zarokek 8 saliye, Keko ye. Keko li gel diya xwe û birayê xwe di gund de dijiya, erdhejê xaniya wan jî hilweşand û dayika wî û birayê wî di bin xani de man û jiyana xwe ji dest dan. Keko tenê maye li ser kavlê xanî, li diya xwe û birayê xwe digere. Belkî jî hêviyek di wî re heye, zarokê nizane, tê nagihe.
Xelkê gund dikin nakin Keko ji kavlê xanî dûr nakeve li diya xwe û birayê xwe digere. Keko 8 saliye ket di nav tekoşîna jiyanê de, pêşeroj çi dide Keko kesek nizane, ji xwe wî haj tiştekî tuneye tenê diya xwe û birayê xwe dixwaze.
Rojeva Kurd