Keça Kurd li pêşbaziya Arab Idol de derket fînalê

 

Perwîz Husên (24) keçeke Kurdê Iraqê li pêşbaziya Arab Idol ya ku ji aliyê televizyona MBC ve tê li darxistin ji bo finalê hate hilbijartin.

Perwîz Husên ku ji Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ye û xanima hunermend Goran Salihe, li pêşbaziya Arab Idol de derket finalê. Husên zimanê Erebî nizane lê belê hemû stranên ku distre ji ber digre û paşê distrê. Her wiha li pêşbaziyê de li gel Husên wergêrek heye û ew werger alîkariya wê dike.

Hêjayî gotinêye ku ji bo serketina Perwîz Husên êdî pêwîstî bi SMS an heye, eger Perwîz Husên bibe yekem dê Îdola Ereban jî bibe keça Kurd.  

 

Nerîna min :