Polîtîk

Şandekî Kurdistanê serdana Emerîka dike

Îro şandekî Herêma Kurdistanê ku ji rêzdar Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê (Serokê Şandê), Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Siruştiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Qubad Talebanî Berpirsê Fermangeha Hemahengî û Duvdaçûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê berev Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka birêket.

Şanda Herêma Kurdistanê li vê serdana Washingtonê de, pêwendiyên di navbera Kurdistan û Emerîkayê guftûgo dike û dîtin û nêrînên serkirdayetiya siyasiya Herêma Kurdistanê ya li ser pirsên cûda cûda bi berpirsên Emerîkayê radigihîne‌.

Li çarçêweya vê serdanê da, şanda Herêma Kurdistanê dê li gel berpirsên Koşka Spî û her du Wezareta Derve û Bergiriyê hevdîtinan pêkbîne. Kongres û Encumena Senato jî du wêstgehê dinê ajandaya vê serdana şanda Herêma Kurdistanê ne ku ji çendîn hevdîtinan pêktê.

Şanda Kurdistanê li vê serdanê da, ji aliyê çendîn navendên hizrî û lêkolînî ve kor û semîner ji bo wan dihête sazkirin. Di derbarê pirs û mijarên girîngên qada siyasiya Iraq, Kurdistan û navçeyê bi awayekî giştî şand dê daxuyaniyan bidin. Li gel rojnamevan û kanalên medya jî şanda Herêma Kurdistanê dê çendîn hevdîtinan pêkbîne.

Back to top button