Polîtîk

Danûstandinên navokî ligel Îranê bê encam qedîyan

Berpirsa Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropa Catherine Ashton ragihand ku danûstandinên navokî yên navbera 5 endamên herdemî yên Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî û Alman bi Îranê têk çûn û bê rêkeftinekê dawî hatin.

Xanim Ashton roja Şemîyê piştî danpstandinên bajarê Almaty ya Qazaqistanê got, nêrînên her du alî gelek ji hev dûr bûn.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov jî got, qayilbûnek dernekete pêş ku danûstandinên nû pêk werin yan ne.

Îran daxwaz ji cîhanê dike ku mafê wê ya dewlemendkirina uranyumê qebûl bikin û îdîa dike ku programa wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye.

Lê, Amerîka û hevalbendên wê bawer dikin ku Tehran jibo çêkirina bombeyên navokî, uranyumê dewlemend dike.

Back to top button