
KCKê bi minasabeta salvegera dagirkirina Tirkiye ya Efrînê bi daxûyaniyekî şermezar dike. KCK di vê daxûyaniya xwe de çend tiştên balkêş dibêje: “Dewleta Tirk bi êrîşa ser Efrînê, bi hilweşandina pergala demokratîk a bi azadîxwaziya jinê armanc kiriye ku Efrînê dagir bike. Li dijî vê dagirkeriyê, gelê Efrînê bi rengekî fedaî li ber xwe daye, 300 jê jin, zarok, pîr û kal, 1000 kes şehîd daye.”
Baş tê zanin ji berî Tirkiye Efrînê dagir bike jî Efrin di bin destê çekdarên PYDê de bû. Tu azadiya kurdên ji derê PYDê li Efrîn tunebû. Kurdên ji aliyê partiyên Kurdistanî û ENKSê, nekarîna xwe blepitînin û bi dehan ji wan zindanên PYDê de bûn. Tu pergalek demokratik li Efrînê tunebû.
KCK dibêje ku Efrîn hemû kurdin. Raste rûniştvanên Efrînê hemû kurdin, lê ya girîngtirîn Efrin axa Kurdistanê ye. KCK ji bo çi gotina Kurdistanê nayne ser devê xwe û Kurdistanê winda dike. Ji xwe eger PYDê Efrîn wek Kurdistan qebûl bikira û yekitiyek ya hemû aliyên Kurdistanê li Efrînê hebûya, dê rewş îro bi awayek din bûya.
Ji bo çi PYDê li gel ENKSê havkarî nekirû daxwaziya bi hezaran Pêşmergeyên Roj red kir. Efrin li kurda qedexebû. Ala Kurdistanê û çalakiyên aliyên Kurdistanî qedexebûn.
Raste Tirkiye Efrin dagir kiriye, lê ev yek piranî encama siyaseta xweser ya çewt a PKKÊ pêkhat.
KCK di daxûyaniya xwe de dibêje: Rûsya bi vekirina qada esmanî re, bi asta pêşî bûye hevkarê vî sûcê qirkirinê. Rûsya bi bazareke genî, ji bo ku çeteyên li Xûtayê û derdora wê derkevin, bazara Efrînê bi Tirkiyê re kir.
Rusya îro cardin navbera PYDê û rejima Esad de heman tiştê dike. Niha PYD ji Rusya daxwaz dike ku heman bazara genî navbera wan û Tirkiye de jî bike.
KCK di dawiya daxûyaniya xwe de dibêje: Berxwedana Efrînê berxwedana rûmet û namûsê ya hemû Kurdan e. Efrîn yek ji quncika bihiştê ya Kurdan e. Heta ku Efrîn ji dagirkirinê neyê rizgarkirin Kurd li ti deverê nikarin bi rehetî rûnin û razin.” Rizgarkirina Efrînê ne tenê berpirsyariya Efrîniyan û Rojava ye, berpirsyariya hemû Kurdan e.
Cardin bi israr gotina Kurdistanê bi kar nayne. Ya rast û niştiman perwerî ewe ku, Efrin yek ji quncika biheşt ya Kurdistanê ye. Rizgarkirina Efrinê bi yekitiyek Kurdistanî û li ser xetek netewî mimkine. Efrin berpirsiyariya rojavayê Kurdistanê ye.