Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Mêrdînê xebatên hilbijartinên herêmî dest pê kir

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cihgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê  Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Zülküf Baran roja 17.01.2019an li gel Komisyona Mêrdînê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat ji bo amadaekarîyên hilbijartinên herêmî yên 31.03.2019an, li Qoserê civînek li dar xistin.
Mustafa Özçelik û Bayram Bozyel di derbarê sîyaset û xebatên Tifaqa Welatperwer û Demokrat yên ji bo hilbijartinên herêmî de agahdarî dan Komîsyona Merdînê.

Di vê civînê de Komîsyon hate fireh kirin.Gelek kadroyên serbixwe yên ji tradîyonên cuda cuda di nav Komisyonê de cîh girtin.Gelek şexsîyet jî dê di nav xebata namzedên serbixwe de cîh bigirin.Ji bo hinek alîyên sîyasî yên Kurdistanî jî beşdarî vê xebatê bibin, Komîsyona Mêrdînê dê peywendîyên berfireh bihûne.
Di civîna îro de ji bo bernameya xebatê pêşniyarî hatin pêşkêş kirin.

Komîsyona Mêrdînê dê heta çend rojan bicive û bernameya xwe ya xebatê dê zelal bike.Herweha ji bo tesbît kirina namzedên serbixwe yên Mêrdînê û navçeyên Mêrdînê jî dê Komisyon xwedî desthilat be.

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Nerîna min :