Nivîsar

Hunermendê nemir Alan Botan

Beşir Botani

Jiyana wî bi kurtî
Navê wî (Şahîn Muhsin) e. Ew li devera Botan sala 1959´ê hat dunyayê. Dema ew 3-salî bû, pirraniya mirovên wî ji Botan revîn. Dema ew 6-salî bû, malbata wî li Kurdistana Îraqê akincî bû û dema ew 9-salî bû, malbata wî li Kurdistana Sûriyê akincî bû, her wesan dêbabên wî ji mêjve wexer kir. Alanî sê bira hebûn ew her sê bira bêşop in û bi dîtina wî ku nemane.

Alan li Şoreşa Gulan pêşmerge bû û li Şoreşê gelek stiran çê kirin. Dema ew li Şoreşê nexweş ket, xwendekarekî Berîtanî jêre niştergeriyek (emeliyatek) çê kir. Êdî ewî ji ber nexweşiya xwe sala 1986’an hat Swêdê û daxwaza penaberiyê kir… Her wesan ew li Stockholmê jî zewicî.

Alan Botan

Peywendiya me
Sala 1988´an bû, ku min Alan cara yekê dît û pirraniya axiftinên me bixwe li ser stirana Kurdî bûn… Ew bixwe awazdanerekî hêja bû û ewî muzîk di ahengên Kurdî de jî dijenî. Ewî gelek stiran hebûn, lê stiranbêjên ku stiranên wî xwendine, navê wî nenivîsîne û her wesan çend gotinên stiranên wî jî, ji aliyê wan ve hatine guhartin û bi Kurdîyeke şkestî jî hatine xwendin.

Ez di destpêka notiyan de li navça Lidingo-Stockholm li xwendingehekê fêrkar bûm, hingê Alanî li wê derê dukaneke şekrokan hebû û gelek caran bi xweşhatina min kir ku biçim serdana wî û ez jî diçûm. Carekê ewî ji min re behsa bîranînên xwe li Şoreşa Gulan kirin û di ser vê çendê re çend bûyerên kevin ên Şoreşa Eylûlê li ser serokê ciwanemerg Îdrîs Barzanî û babê min Sebrî Botanî, ên ku ewî li şoreşa Gulan bihîstin.

Çend stiranên wî
Alanî ji min re behsa pirraniya stiranên xwe dikirin, wek:

Stirana (Min bêrya te kiriye), Alanî got min, ewî ev stiran li ser dapîra xwe nivîsî. Navê dapîra wî jî Xemse ye û ew keça Bişarê Çeto ye.

Min bêriya te kiriye
Bawer ke m´ bêrya te kir´ye
Bipirse ji rengê biharê
Bipirse ji gulên wê darê

Stirana (Wa hatin pêşmergên me), Alanî got min, ewî ev stiran li ser pêşmergên Kak Îdrîs Barzanî nivîsî.

Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik bejna wan
Ew in partîzanên me
Çek û rext li milên wan

Stirana (Serhildan), Alanî got min, ewî ev stiran li ser berxwedana gelê Kurd li Kurdistana Îraqê nivîsî.

Serhildan serê çiyan, hey
Berxwedan nava zîndan
Dengê xorta xweş tê min, hele
Dengê keçên dilovan
Serhildan, berxwedan
Serhildan jiyan e
Hey hey
Berxwedan jiyan e

Stirana (hevalno ho), Alanî got min, ewî ev stiran li ser hevalên xwe ên xebatkar nivîsî.

Stirana (Zîndan), (Silêman) û gelekên dî…

Min carekê rewşa Alanî ji babê xwe re gêrra û ewî wesan got:
– Alan awazdanerekî baş e, jêhatî ye… Lê mixabin e ku kêmahiyên Ragehandina Kurdî gelek in…

Berhemekî hunerî
Rojekê sala 1995´an bi trênê vedigerriyam mala xwe, ez hemberî jineke Swêdî rûniştim û ew girrnijî û ez jî girrnijîm… Dema ewê zanî ez Kurd im û paşnavê min Botanî ye, got “Tu Alan Botan dinasî?” Min gotê “Belê”. Got “Ez rojnamevan im û min dîdarek pêre li xwaringeha wî (Moulin Rouge) li bajarokê Nynäsmhamn berhev kiriye”. Min gotê “Ez ê navnîşana xwe bo te binvîsim û wê dîdarê bo min bişîne”. Ewê jî ew rojname ji min re şand.
Rojname: Nynäsmhamns posten, hejmar: 44, roja înê 23-06-1995
Navê dîdarê: Alan Botan ji bo azadiya gelê xwe distire.
Nivîsîn: Ulla-Karin Sundin
Wênegir: Torbjorn Carlsson (Çar wênên Alanî jî li gel vê dîdarê hatin belavkirin).

Alanî di dîdarê de diyar kir ku ew dê CD-ya xwe a yekê li pahîza 1995´an belav bike û li pey texmîna wî, ku bêhtir ji 25 stiranên wî ên berê ji aliyê stiranbêjên Kurd ve hatine xwendin. Û got:-
Her wesan çend stiranbêjên Turk jî hene, ku stiranên min xwendine, lê di berhemên wan de hatiye nivîsîn, helbest û awaz: Nenas.

Hejî gotinê ye ku Alanî carekê bi xweşhatina min kir ku serekî lê bidim û ez çûm xwaringeha wî û min li wêrê pîtsa xwar. Piştî hingê Alanî li Stockholmê ez dîtim û ji min re behsa berhemekî xwe a nû kir, ê ku bi awayekî Rojavayî bû, ku ew dê CD-yekê li nik hevalekî xwe bo min hilîne.

Dûmahiya jiyana wî
Alan di zivistana 1999’an de ji ber lêkdana otomobîlan birîndar bû û ket nexweşxana “Akademiska sjukhuset” li bajarê Uppsala. Dihat gotin ku birînên wî pirr dijwar bûn û hêvî nebû ku tendurustiya wî baştir bibe… Min piştî demekê (nayê bîra min sala çendê bû?) bihîst ku ewî wexer kir.

Ronkirin
Wek min nivîsî, Alanî stirana (Min bêrya te kiriye) li ser dapîra xwe (Xemse) çê kir û Xemse bixwe keça Bişarê Çeto ye û jina Egîd Axê ye. Resûl Axa birayê Egîd Axê ê mezin e û ev herdu axayên he li Botan serokatiya êla Jêliyan dikir. Dema ev herdu serokên Êlê, belku di Sala 1933´an de ji Botan revîn bo Sûriyê, hingê bavê min (Sebrî Botanî 8-salî bû) bi wan re bû. Û di destpêka heftiyan de, Xemse hat mala me li gundê Nawpirdan-Kurdistana Îraqê bo dîtina Barzanîyê nemir. Min hingê wêna bapîrê xwe (Ehmê Temer´î) nîşa Xemsê da, ewê di cih de ew nas kir û rondik ji çavên wê hatin xwarê. Lê cihê mixabinê ye ku mafê Alanî hatiye xwarin û çîroka stirana wî jî hatiye veşartin, ku ewî ev stiran li ser dapîra xwe çê kir.

Têbînî
Min çend pêzanînên vê gotarê ji rojnama (Nynäsmhamns posten, hejmar: 44, roja înê 23-06-1995´an) wergirtin.

Dûmahî
Di dûmahiyê de, ez daxwaza lêborînê dikim, eger min çewtî an kêmahî di vê gotarê de hebin.

Nivîsîn: Beşîr Botanî.

Wênegir: Torbjorn Carlsson

Ev nivîs ji Facebook a Beşîr Botanî hatiye girtin

Back to top button