
Parlementerê HDPê yê Diyarbekirê Garo Paylan di derbarê daxûyaniya serokê Amerikayê ya Tirkiye de daxûyaniyek da.
Garo Paylan dibêje: Ez gefa serokêAmerikayê şermezar dikim. Sibehî serokê Rusyayê jî dikare gefa li Tirkiye bike. Ez gelekî acizim ku dewletên bi hêz hespên xwe li vî welatî bibezînin.
Serokê Amerikayê Donalt Trump di Twittera xwe da nivîsandibû: Eger Tirkiye êrîşê kurda bike emê ê ekonomiya wan birûxînin.
Di seri de serokkomarê Tirkiye û gelek kesayetên din , wek serokên partiya û siyasetmedara li himber vê gotina serokê Amerikayê helwesta xwe dan kifş kirin û ew şermezar kirin. Piştre serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan li gel Trump bi rêya telefonî pêwendî danî.
Lê ev gotina Trump di rojeva siyasî ya Tirkiye de gelek hat gotubêj kirin. Garo Paylan parlementerê HDPê yê Diyarbekirê jî hevdîtinek ya xwe li gel rojnemevana de behsa vê mijarê kir.
Garo axavtina xwe de got: Ez wek parlementerek yê Tirkiye ji vê gotina Trump aciz bûm. Ez gefên serokê Amerikayê şermezar dikim. Sibehî serokê Rusyayê jî dikare gefan bike. Ez gelekî ne rihetim ku welatên bi hêz hespên xwe li vî welatî bibezînin.
Parlementerek yê HDPê ji bo Trump dibêje ku , ezê li rojavayê Kurdistanê kurda biparêzim, aciz bûye. Gelo mirov çewe vê yekê dikare şirove bike? Baştire Sezaî Temellî û Pervîn Buldan sedema vê yekê bêjin.