Nivîsar

Îranê heyeta YNKê bi PDKê da qebûl kirin

PDK û YNK ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hukumeta herêma Kurdistanê roja 14.01.2019ê li Hewlêrê civiyan.

Her du şande, ne her du mekteb siyasî kombûne, di medyayê de nûçe hatin weşandin ku her du mekteb siyasyên PDKê û YNKê kombune, lê di rastya xwe de şanda YNKê ne şandeya mekteb syasî bû, ji nîvê zêdetir ne endamên mekteba siyasiya YNKê bûn.

Piştî civînê berdevkên her du aliyan daxuya kirin ku civîna wan civînek serketî bû çend mijarên giring tê da hatine gotûbêj kirin û li ser çend xalan li hev kiriye. Lê di rastya xwe de ew civîn bê encam bi dumahîk hatiye. Xala li ser li hev kirîn bi tenê pêkanîna dû komiteyan ku pêkve li ser pêkanîna hikumetê kar bikin.

Li gor zanyariyên gehiştîne malpera me, partî ya nerazî bû ji pêkhateyê şandeya YNKê ku ji nîva şandeyê zêdetir ne endamên mekteb siyasiya YNKê bûn û her jiber vê egerê jî çend caran civîn hatibû paşxistin:

YNKê di nava xwe de nekarî heyetek ya mekteba siyasî pêkbîne, ji ber ku Bavil û Lahur jî di xwestin di nav şandeyê de cih bigirin û her dû jî ne endamên mekteb siyasî ne.

PDKê nedixwest Lahur û Bavil Talabani di nav şandeya YNKê da hebin, li gor PDKê Bavil û Lahur cîbecîkarên xiyaneta 16 Oktubera sala 2017ê ne û bi xiyanetê tawanbarin.

Gelo çi çêbû? Ev her dû xal çewa hatin çareser kirin? Çewa YNKê şandeya xwe bi wê pêkhateyê pêkîna û çewa PDKê pêşwazî li wê şandeya YNKê kir û di gel kom bû?

Li gor zanyariyên gihane malpera me, Îranê dest di çareserkirina wê arîşeyê da hebû. Wezîrê derve yê îranê daxwaz ji YNKê kir ku lazime Bavil Talebanî û Lahur Şêx Cengî di nav şandeya YNKê de hebin. Ji ber ku ew dostên Îranêne û ecendayên Îranî li başûrê Kurdistanê cîbecî dikin.

Partî jî ji ber gev û dibin gûvaştinên Îranê de neçar bû pêşwaziyê li şandeya YNKê ya bi wî awayî bike û qebûl bike di gel bicive. Partî ne dixwest di dema serdana Mihemed Cewad Zerîf wezîrê derve yê Îran bo hewlêrê arîşe çê bibin û bibe egera nehatina wezîrê derve yê îranê.

Partî mecbûr bu bi wî awayê pêşewaziyê li şandeya YNKê bike daku serdana wezîrê derve yê Îran bê arîşe û bi serkeftî derbas bibe.

Nûçe/Analîz
Bergeh

Back to top button