Polîtîk

Parlementerê HDPê bû berbijêrê IYI Partî û CHPê

CHP û IYI Partiyê li Entabê (Dîlok) parlementerê HDPê kirin berbijêrê şeredariya mezin a vî bajarî.Hat ragihandin ku parlementerê HDPê yê Entabê Celal Dogan bû berbijêrê hevbeş yê CHP û IYI Partiye.

Di vê derbarê de Celal Dogan jî dibêje ku, di serî de jî rêxistina CHPê ya Entabê dixwest ez bibim berbijêrê şeredariyê, daxwaziyek mezin ji xelkê jî hebû. Ji ber vê yekê min qebûl kir ku ez bibim berbijêrê şeredariya mezin ya Entabê.

Celal Dogan cara yekê sala 1977ê di CHPê de bû parlementer. Sala 1989ê di heman partiyê de bû şeredarê Entabê. Herweha sala 1994ê carek din wek şeredarê Entabê hate hilbijartin.

Celal Dogan sala 2015ê wek parlementerê HDPê yê Entabê cardin bû parlementer. Heta niha jî parlementerê HDPê ye. Lê niha jî bûye berbijêrê CHPê û IYI Partiyê yê Endabê.

Gelo di vê derbarê de HDP çi dibêje nayê zanin. Heta niha tu daxûyanî nedane. Eger HDP tu berbijêra li Entabê nîşan nedê, ev tê wateya ku CHP, IYI Partî û HDPê li hev kiriye. Dixweyê dê heman tişt Stanbul, Enqere û Îzmirê jî çêbibe.

Hingê neyê eşkere kirin jî HDP li gel IYI Partî, CHPê hevkariyekî dike. Başe dê hevkariya li gel hinek aliyên kurd kirî bê çi wateyê? Dê di vê derbarê de partiyên kurd ku li gel HDPê kaşo hevkarî kirîn çi bêjin?

Back to top button