Civak

Kaynak:Êriş karê îstîxbaratên derve ye

Li ser qetlîama li Colemêrgê ku heta niha deh Kurd şehîd ketin, ji gelek layan ve cûda dihête şêrovekirin.

BDP bi hemî nîşandeyên b^ûyerê ve diyar dike ku ev kiryara hovane jibo ku hevdîtin û diyaloga li navbera layenên Kurd û hikûmeta Tirkiyê bihête astengkirin hatiye pêkanîn.

Rayedarên hikûmeta Enqerê jî îdîa dike ku gelek elametên vê hêrsihê xwe wek çalakiyên berî niha yên PKKê dest nîşan dikin. Û di dawiyê de îstîxbaratvanê kevin û serkiryek ji MÎTê û niha jî rêvebirê rojnameya Starê, ku ev rojname wek layengireke hikûmeta AKPê dihête naskirin, îdîa dike ku ev hêrişa hovane ne ji layê PKKê û ne jî ji layê hêzên veşartî yên dewletaê hatiye kirin, ev çalakiyeke serwîsên îstîxbaratî yên derveyî ye.

Li Colemêrgê kiryareke hovane û barbarane hate kirin û zarok jî tê de 10 Kurd şîd ketin. Du zarok tê de çar kes jî birîndar in. Bûyereke trajîk û elemdarî hate kirin. A niha nirxandina vê bûyerê cûda cûda dihête seh kirin. Her layenên dîtir hevûdu sûcdar dikin. Lê wisa diyar e ku ji layê kê hatibe kirin jî armanceke xwe gelek mezin ya siyasî û stratejîk heye. Bi vê hêrişê ve gengeşiya di rojeva Tirkiyê de  wê gelek biguhere. Bi kîjan alî ve, ew jî a niha ne diyar e, lê çend rojên pêş me de wê sere tayên vê gengeşiyê jî diyar bikin.

 KNN/Zagros Baran

Çavkanî: Hur Haber

Back to top button