Endambûna Turkiyê ya YE bi Kurda ve girêdayî ye
Me navê Caroline Szyberê bihîstibû. Li ser mirovatî û eleqeta pirsên mafê mirovan deng û behsên rengîn digihiştin navenda me. Keçek temenê xwe ciwan e, lê li ser rêvebiriya dewletê zane ye û hiquq jî xwendiye. Di komîsyona karê derve û parastinê ya meclîsê de kar dike. Xwendina xwe, bi karkirina li Emerîka, Ingilzîtan, Hindîstan û Slovakyayê kamil kiriye û bûye xwedî tecrûbe. Ji partiya Mesîhiyên Demokrat (Krist Demokraterna) li Stockholmê berendama parlementoyê hatiye nîşandan. Em sohbeta bi Caroline re pêşkêşî we dikin…
– Hêja Caroline, tu di hilbijartinê de bi giranî li ser kîjan pirsan radiweste?
C. Szyber: Hiqûq, koçberî û integrasyon, kar, mutehidî û şîrketên biçûk. Ez dikarim xal bi xal xwestina xwe bihênime zimên:
Pêkanîna civatek bi ewle jibo hemu kesan
Divê dezgehên hiqûqê û xelekên wê ji bo ku rê li ber pêkhatina sucan bigirin dest bi xebatê bikin. Mecalên bihêzkirina qanûn û dezgehên qanûnan bicî dihênin, zêde bibin da ku rê li ber suckirinê bê girtin. Divê kolanên me bi ewletir bibin.
Dema serlêdanên mirovî li cem polîsan bêbersiv bimîne, baweriya mirovî bi polîsan kêm dibe, an na? Lewma zêdekirina hejmara polîsan li kolanan giring e, her wisa divê wextê polîsan zêdetir hebe ku li dijî buyerên diziyê û îşkencekirinê zêdetir bixebitin û kur bibin. Serlêdanên polîsî di wextê xwe bibin cihê lêkolînan û bêbersiv nemînin û kesên sucdar zûtir derkevin pêşberî dadgehan. Divê ji suc û cezekirina wê re pîvanek hebe, ne bê balans be.
Sersariya di civata me de zêdetir dibe. Ez dixwazim Swêdekî bi ewle bibînim ku tê de cesareta medenî û mirovî zêdetir hebe.
Divê em pêşeroja xwe, ji bo zarok û malbata xwe bi ewletir bikin. Îro dema wê hatiye.
Dîtina Swêdê mina welat û mala xwe ya nû
Her roj li gelek deverên cîhanê, xelk mecbûr dimînin ku biryarekî pir dijwar bigrin. Ew, ji ber şer û zordestiyê, ji ber xeterên li hemberî zarokên xwe, ji ber ku nikarin ola xwe pêk bihênin anjî dîtinên xwe yên siyasî bihênin zimên, welatên xwe bi cî dihêlin.
Divê deriyên Swêdê jibo malbatên wisa ku pêwîstiya xwe bi cihekî ewlekar heye, vekirî be. Bi baweriya min, kar û ziman mifte ye û derî jibo integrebûnek bi rêkûpêk vedike. Divê ji kesê ku tê Swêdê re şensek yekser ya destpêkirina kar bê peydekirin. Ji bo refah û têrûtijebûnê pêwîstiya me bi bîyaniyan heye. Îro, hejmarek mezin ji bîyaniyan xwedî şîrket in. Lewma jibo serkevtina integrasyonê pêwîstiya me bi polîtîkayek wêrek jibo pêşketina şîrketên biçûk (esnafên biçûk) heye.
Serkevtin û mezinbûna şîrketên biçûk
Pirbûn û zêdebûna şîrketan tê wateya zêdebûna kar, bihêzbûna aborî û têrûtijebûnek piralî. Pir giring e ku kesên xwediyê hizirên tîcarî ne û zîrekbûna pêşxistina tîcaretê li cem wan heye, bi cesaret bin, gavan bavêjin û dest bi tîcaretê bikin. Ez vê weke rêyek û mecalekî jibo pêkanîna klîmata tîcaretê dibînim ku tê de barê mutehidan siviktir bûye û şîrketên biçûk mezintir bibin. Divê bi rêya kêmkirina baca kardêran û bacên din mecala bihêzkirina şîrketan zêdetir bibe. Gelek şîrket dixwazin pirsgirêkên fermî kêmtir bibin û prosesa heye hêsantir bibe. Lewma xebatek jibo hêsankirinê dest pê kiriye ku, mesref û wextê pêdaketinê kêmtir bike. Divê ev xebata erênî ku dest pêkiriye bidome.
– Tu wek kesekî ku bi pirsên mafê mirovan dadikeve, pirsa Kurda çawa dinirxîne?
C. Szyber: Divê em pirsê bihênin rojeva deverên fermî. Ev tê wê wateyê ku divê pirs bikeve rojeva polîtîka Swêdê. Heman pirs bibe bendek ji rojeva polîtîka cîhanê.
Ji bo min, li ser pirsê gavavêtinên bi bandor û tesîr giring in. Ji bo ku ev daxwazî pêk were, divê tevayê siyasetvanê ji partiyên cewaz bi hev re pirsê bihênin rojevê.
Divê endambûna Turkiyê ya Yekîtiya Ewropayê-YE bi rewşa Kurdan ve girêdayî be.
Di dema binûkirina peymana Yekîtiya Ewropayê bi Suriyê re, divê hikumeta Suriyê li pirsa Kurda; nebûna nasnameya wan, neqeyidkirina wan di nifusê de û rewşa bê hemwelatî hiştina wan ji dema jidayikbûnê, bê şiyarkirin. Her wisa ji ber kêmbûna mafê mirovan û demokrasiyê li Suriyê, Kurd nikarin ji mecalên tendurustî û perwerdê sûdan bistînin. Alîgirên pêşketina demokrasiyê û hizirkirina azad têne girtin û tevayê helwestên pêşketinê têne korkirin, jiholêrakirin.
Divê em bi partiyan bidine fêmkirin ku pirs nebe polîtîka partiyekê, lê hemu kesan, hemû partiyan girê bide û divê mirov dest bavêjiyê. Di vê çarçoveyê de em dixwazin di payîzê de pirsê di meclîsê de bikin cihê niqaşê. Divê em ji hinek welatan re qala rewşa Kurda ya dijwar bikin.
Tenê ji ber Kurdbûnê xelk sucdar hatin dîtin, weke mîsal bajerê Helebceyê bi çekên kîmyewî û biyolojî bombebaran kirin. 5 hezar kes qetilkirin û 10 hezar jî seqet man. Ev pirs gelek welatan eleqedar dike û divê ew welat bi dîroka xwe re rûbirû bibin û hesap jê bipirsin.
EuroKurd News / Gabar Çiyan & Azad Heyder