Cîhan

Divê Turkiye û Kurd rêya hevfêmkirinê vekin

Emin Maskan ji Kurdê Serhedê ye. Li Uppsalayê ji partiya keskan (miljö partiet) nemzêdê parlamentoyê ye. Di nava rêkxistina xwendevanên kesk de xebat kiriye û niha jî xebata wî li ser navê keskan di mustawa zanîngehê de didome. Antropolojî û sosyolojî xwendiye. Paşê jî zimanê Kurdî. Di rêvebiriya partiya xwe li Uppsalayê cî digire.

Johan Edstav, di meclîsa wîlayeta Uppsalayê de qala Emîn dike: Mirov dikare baweriya xwe  pê bîne. Pir çalak e. Giraniyê dide pirsên demokrasiyê.
Xelîl Yeşilmen hevxebatkarê wî dibêje: Emîn mirovek dil bi rehm e. Aliyê wê yê însanî pir xurt e. Li ser pirsên navnetewî û xwezayê têra xwe zîrek e…

Em hevpeyvîna bi Emin Maskan re pêşkêş we dikin:

– Di dema hilbijartinê de giraniya te li ser kîjan pirsan e?
E. Maskan: Bê guman pirs gelek in. Ji aliyê navnetewî, lihevhatinek navnetewî ji bo xwezayek paqijtir, mafê mirovan û eqaliyetan e. Li Swêdê jî pirsa kar e. 

– Tu ji nêz ve bi pirsa mafê mirovan û eqaliyetan mijûl dibe. Li ser pirsgirêka Kurd û çaraseriya wê dîtina te çiye, mirov dikare çi bike?
E. Maskan: Xurtkirina statûya Herêma Kurdistanê û pêşxistina demokrasiyê û mafê jinan li wir giring e. Çavê cîhanê li ser me ye  û divê em demokrasiya li wir xurtir bikin. Li ser pirsê xizmetek ji destê me bê, hem weke kes û hem jî di nava partiyê de, ez amade me gavên pêwîst bavêjim.

Rewşa Kurda li rojava xirab e. Suriyê weke qutiyek girtî ye û dengê xelkê difetisîne. Lewma mirov hayê jê tune ka li wir çi dibe. Lê em zanin kul i wir, zilmek mezin li dijî Kurdan didome. Înkara Kurda piralî dibe. Mafê Kurda û hemwelatiyê, sihetê tune ye. Malê xelkê tê talankirin û hwd. Divê partiya me li ser pirsê bê ronîkirin. Da ku em karîbin rê ji niqaşê mezin re vekin. Di nava keskên Ewropayê de bikin cihê niqaşê û rê li ber vê zilmê bigirin.

Li Îranê mafê mirovan eşkere tê pêlkirin. Divê zilma li dijî gelê Kurd û di zindana ne raweste. Mirov li ser pirsê dikare kurtir bibe.

Ez weke mirovekî bi diyalogê bawer im û giringiyê didim mafê mirovan dikarim bêjim ku, ji bo ku li Turkiyê rêyên xitimine vebin, gavên nerm û însanî pêwîst in. Divê mecalê lihev guhdarîkirinê pêk were. Pisporên civakî û siyasî herin bajarên Kurda û bi dezgehên civakî re rûnin, partiyên siyasî bibînin û pirsê ji nû ve binirxînin. Her wisa heman kes bi rêvebirên dewletê re rûnin, ji wan û ji hêzên kurda bixwazin ku, şer rawestînin, rê ji bo niqaşê vekin. Rê ji bo hevfêmkirinê vekin.

Gava pêşî xwestina aramiyê ye. Di nava tevlûheviyê de pirs nikare zelal bibe. Mirov hev fêm nake. Gava duwem, dikare qonaxa parastina mafê mirovan be û di çarçoveya lêkolînê formulekirina wê be.
Dema ev herdu gav bêne avêtin, ez bawer im dê pêşketinên baş pêk bên û mirov karîbe rê ji çareseriya aştiyane re veke. Li ser pirsê xebatên min hene.

EuroKurd News / Azad Heyder & Gabar Çiyan

Back to top button