Hevpeyvîn

Ahtîsaarî: Herkes dijê şer e

Ev şanda hanê, ji serokkomarê kevin yê Finlandiya Marttî Ahtîsaarî, wezîrê derve yê kevin yê Ispanya Mercelino Oreja Aquirre, Wezîrê dervê yê Holanda yê kevin Hans Van Den Broek û ji Albert Rohan pêktê.

Can Dundar: Li ser serdana we ya Diyarbekirê gelek gotin hatin kirin.We da xuyakirin ku, hun ne di nava hinekan de tên  û diçin. Rastî ji bo çi û li ser navê çi hun li Tirkiye ne?

Ahtîsaarî:  Em beşek ji  Komisyona Tirkiye ya serbixwe ne. Em însiyatîfek sivîlin. Vê komisyonê bihara sala 2004-ê dest karê xwe kiriye. Em çavderiya pêwendiyên Tirkiye û Yekitiya Ewropa dikin.Me rapora xwe ya yekemîn meha îlon a 2004-ê amade kir. Me di rapora xwe de da xuyakirin ku vêca divê YE li gel Tirkiye dest mizakera bike. Rasti jî sala 2005-ê mizakera  destpêkir.

Me piştre raporek din amade kir û me serdana paytextên welatên YE kir. Me di hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên wan welatan de got ku, divê muamela Tirkiye jî wek hemû welatên din bête kirin. Em dixwazin dema Tirkiye mercên YE pêkbîne tu asteng rêya Tirkiye ya ketina YE de nemîne. Îsal  em du caran hatin Tirkiye. Em dixwazin guhertinên li Tirkiye çêdibin bibînin û raporekî amade bikin. Rastî em kar dikin ku Tirkiye bê guhertin û bikeve di nav YE de.

Can Dundar:  Em werin ser pirsa kurd. Li Diyarbekir tişta herî zêde bala we kişand çi bû?

Ahtîsaarî:  Me gelek dixwest em bajarên ji bilî Stanbulê û Enqere jî ziyaret bikin. Li ser vê yekê me serdana Diyarbekir kir.Mixabin me serokê mixalefetê nedît ew li derveyê welat bû. Em bi tu awayî nabin beşek ji problenên Tirkiye.Ev yek ne karê meye jî. Li Tirkiye gelek kêmnetewe hene. Ev pirsên Tirkiye yên navxwene, divê mirov welê li vê pirsê binêre. Me gelek dezgehên sivîl dîtin. Me guh da gotinên hukumetê jî.

Can Dundar:
Hun bawer dikin ku, dê pêwistî nevçitiya navdewletî hebe? Yan jî Tirkiye dikare van pirsa di nav xwe de çareser bike?

Ahtîsaarî:
  Rastî li gora min divê hukumet van pirsan di nav xwe de çareser bike. Dema ev pirsên bi vî awayî têne rojevê piranîya hukumetan dixwazin di nav xwe de pirsên xwe çareser bikin. Em ji bo çareseriyê pişgirya hukumetê dikin. Me kî dît û em kî re pêyivîn hemî dixwazin ev pirs bi awayek aşitiyane çareser bibe û her kes dijê şer e.

Can Dundar: Başe pirsa kurd  dişibê pirsa Îrlanda yan ya Bask?

Marcelino Oreja Aquirre: Her welatek xwedî taybetmendiyên xwe ne.Ez du sala mam herêma Baskê û min li wê derê parlementerî kir.Çareserkirina pirsan ne hesaniye. Lê ez bawerim hukumeta Tirkiye dixwaze pirsa kurd çareser bike. Em hemî dizanin bi metodên terorê pirs nayên çareserkirin, divê ji bo çareseriyê medotên demokratîk bêne karanîn. Li welatê min li Bask jî, metodên teroristî hatin karanîn. Dema li vê derê jî ev tişt çêdibin bersivek baş nastînin.Herkesek li gora mercên xwe pirsa xwe çareser dike. Ne karê meye ku em şîretan li kesekî bikin.

Can Dundar: başe we ji hukumetê re behsa ezmuna xwe ya çereseriyê nekir, yanî we tiştek negot hukumetê ji bo çareseriyê?

Marcelino Oreja Aquirre: Me hevdîtin li gel berpirsên hukumetê kirin, em dezgehên sivîl dibînin, em vekirî bi hemî beşên civatê re pêwendiyan datînin. Me li gel serokkomar, serokwezir û wezîrê derve jî hevdîtin kirin. Em herkesekî dibînin dîtinên xwe dibêjin û dawîyê raporekî amade dikin. Karê me ev e.

Rojevakurd

Back to top button