Kaye xwesteka azadîya welat ?
Zînê Amedî/Diyarbekir..
Eyşanê, di ber şahîya kê derbas dibe, ku waye li ber mûzîka Kurdî keç û xort hemû di dilanê de ne kêf û coşek mezin dijîn. Ji der doran jî hatine temaşê ew jî xwe li ber vê mûzik û dilanê, bi tilîyên sembola azadîye di cîyê xwe de nasekinin û ew jî beşdar dibin.
Eyşanê jî li gel wan qederekî rawestîyaye û li wan temaşe dike, demekê mûzîk navberê dide, Eyşanê derfeta axaftinê dibîne kû dengê wan baş here hevdû, Eyşanê hema tilîya xwe dibe ber xortekî bi nazdarî milê wî ditikîne, xort lê dizîvire Eyşanê bi rûkenekî , bi kubarî dibêje çawaye ? Ev mûzîk û civak, dilan tiştekî gelekî xweşe ne ? Eşqkekê ne ? Xort serê xwe çep û rast dihejîne û ji kezeba şewitî dibejê hahew ma xaltî ev jî gotine ? gelek gelek xweşin ev hêst.
Eyşanê dibê je erê lê ka ? Kême ! Xort dibêje çi kême ?
Eyşanê didomîne, dibêje kaye xwesteka azadîya welat.?
Kanî welatê ser xwe bûn û azad, kanî bedêla çil salan, kanî Al, kanî bedêla gund û daristanê şewitî, kanî xwîna şehîde Kurdistanê, kanî gerîlayên qehreman kû bi salan li çolû çiya cengê dikin û sênga xwe dane ber çek û topan ?
Ma qey ev nayên bira we 😕 hema wun dibêjin bijî û bijî ! Ma ne divî bû kû hûn vana ji bir nekin.
Divê kû daxwaz û doza we welatekî serbixwe û azad be. Xort diponije! Dibêje erê wele xaltî, te çiqase rast got.
Gav neke ! ji ser xwîna şehîdên mi,
Bedena gerilayê min li erdêye,
Ravestine li benda azadîyê ne,
Nebe fermandarê dijminan,
Nekujin hêstan, hêvîyan,
Nebin bend li ber,
Dîcle û Firatê bila biherike
Ber bi azadîyê ve.
Paqijkin hêsirên dayikan û zarokan
Rakin Alê. Kurdistan ê,
Nexapin bi xapînokan,
Ji bîr nekin Vedatan, Mazlûman,
Ne bin fermandarê gelê xwe.
Asas di civakê de bingeh û hêst bi KURDÎ bûn, lê fikar ne bi Kurdî bûn, eşqk jî eşqa welat bû di binê mejîde..