CivakRojev

Karsaza Kurd Ferda Cemîloglu koça dawî kir

Karsaz û bazirgana Kurd Ferda Cemiloglu, îro li Stenbolê di 70 saliya xwe de, di nexweşxaneya ku dihat dermankirin de koça dawî kir. Cenaze wê, dê li Diyarbekir an jî li Stenbolê bê veşartin.

Karsaz û bazirgana Kurd Ferda Cemîloglu, li Şamê ji dayik bûye, li Enqerê mezin bûye û ji 20 saliya xwe ve li Hewlêrê li Herêma Kurdistanê dijiya. Ferda Cemiloglu, ku bi nexweşiya penceşêra kolonê ketibû, beriya sê rojan li Stenbolê di nexweşxaneyek taybet de dihat dermankirin.

Ew karsaza Kurd û neviya Cemîlpaşa ku ji ber anemiyê (kêmxwîniyê) biyopsî bûbû, îro danê sibehê saet di 7.30 de koça dawî kir.

Li gor zanyariyan, piştî biyopsiyê xwînberbûna Ferda Cemîloglu nehatibû rawestandin û di encama xwînberbûna zêde de canê xwe ji dest da.

Ferda Cemîloglu sala 1951an ji dayik bûbû û 70 salî bû.

Birayê wê Reşît Cemîloglu daye zanîn, cenazeyê xwişka wî piştî şêwiran dê li Diyarbekirê an jî li Stenbolê bê veşartin.

Reşit Cemiloglu herwiha destnîşan kir, ji ber pandemiya COVID -19 ew wek malbat merasîma şînê saz nakin û sersaxî da û eşkere kir: “Serê gelê me sax be.”

Back to top button