CivakRojev

Aştî, li ser bingehê azadî û wekheviyê dikare bê avakirin

Sibê,1ê Îlonê roja aştî ya cîhanî ye.

Lê belê cîhan ji aştiyek rasteqîn, adil û gişgîr dûr e. Astengiya li pêşiya aştiyê ne tenê şerên herêmî û pêla koçberiya bi milyonan insana ye.

Sistema serdest ya aboriya kapitalistî, hem li ser asta welatan hem jî di navbera kîşweran da bê edaletî û ne yeksaniyê roj bi roj zêdetir dike. Bi milyaran kes di nava hejariyê da, bê ku xwarina pêwîst û ava paqij bi dest bikeve, di rewşek dijwar da dijîn

Sazumana talan û diziyê nirxên wekhevî û azadiyê ku rûmeta mirovahiyê dişkênin, li cihanê bingehê aştiya civakî roj bi roj xirabtir dike.

Çareserî jiyanek wekhev û azadixwaz e, li ser asta cîhanê.

Ji aliyê dî ve, welatê Kurdan hatiye dabeş kirin, ku nifûsa xwe ji 50 milyonan zêdetir e,  hemî mafên neteweyî û demokratîk lê hatine zeftkirin, welatê wan kavilkirî ye.

Di vê qirnê 21an da ku em dijîn hêj Kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bê par in, ku ev mafekî rewa yê bingehîn e. Nikarin zimanê xwe bi serbestî bikar bînin, bi nasnameya xwe, bi navê Kurd û Kurdistan xwe bi rêxistin bikin.

Ligel hindê jî yên ku Kurdistan dagirkirî, ji bo ku pêşiya daxwazên azadiyê li gelê Kurd bigirin bê navber şer dimeşînin.

Di çend salên dawiyê da Tirkiyê dijberiya Kurdan kiriye stratejiyek bingehîn. Li Bakûrê Kurdistanê, bona ku gelê Kurd bifetisînin û bê deng bikin, deshilat êrîşên piralî yên leşkerî, aborî û derûnî dimeşîne. Her weha li Suriyê deskeftên Kurdan ji nav dibin, demografiya cihên Kurdan tên xirab kirin, mal û milkên Kurdan tên talan kirin.

Tirkiyê beşekî berçav yê Başûrê Kurdistanê dagirkiriye. Dewlet bi vê siyaseta dagirkariyê aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistana Federe têk dide, li ser deskeftên van çil salên dawiyê tehdîdan dirûst dike. 

Dijminatiya Îranê û deshilata Bexdayê ku li jêr fermana Îranê da ye bi hemî dijwariya xwe berdewam e. Kurdên bê guneh û sivîl tên kuştin, her roj cinayetên siyasî tên kirin, ji bo ku paşeroja gelê Kurd tarî bikin planên nepenî û aşkira bi rêve dibin.

Ev yek zelal e ku Heta ku gelê Kurd azad nebe gelên  herêmê jî rûyê demokrasî û azadiyê nabînin. Ne seqamgir kirina Herêma Kurdistanê, ji bo herêmê ne tenê dibe sedema ne aramiyê, her usa  alozî û qeyranê bi xwe ra tîne.

Aştî û seqamgiriya herêmê bi gehiştina mafên neteweyî yên Kurdan, parastina deskeftên Herêma Kurdistana Federe ve girêdayî ye.

Divê dest ji siyaseta şer û haşatiya li beramber Kurdistanê bête berdan. Li wan welatên Kurd lê dijîn lazim e mafên neteweyî yên gelê Kurd bi yasayan bêne zamîn kirinê.

Li herêmê aştiyek mayînde, bi naskirina hebûna neteweyî ya Kurd û rêzgirtina serweriya Herêma Kurdistana Federe mûmkîn e.

Partiya me dê berdewam be ji bo xebatek weha ya bi rûmet û aştiyê.

 31 Tebax 2021

Partiya Sosyalîst a Kurdistan- PSK

Back to top button