Endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re ragehand, 31ê Tebaxê xala wegerekî gelê kurd bûye û eger 31ê Tebaxê neba, 16ê cotmehekî din li Kurdistanê dê wê demê pêkhatiba. Ew karesata mezin a di encama xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê de rastî Kerkûkê hat, dê ji wê xirabtir li ser hemû herêma Kurdistanê de hatiba.
Elî Ewnî got: ‘’Bi bingeh kirin û pêşketina Kurdistanê bi rêya aborî û projeyên xizmet û vekirîbûna herêma Kurdistanê ya ji welatên Ewrupa ve, herwaha rêxistin kirina navmala kurdan ve pêkhat û ew hemû di encama 31ê Tebaxê de derketin holê. Eger 31ê Tebaxê neba, naha kurd li hemû Kurdistanê dê di rewşa naha ya kurdên Kerkûkê de di belayan de ban.’’
Endamê rêveberiya PDKê got: ‘’Ji dema ku kurd hene hikûmeta dagirker bo dijatiya kurdan kurd bikaranîne. Lê ew yekem car bû kurdan hêza dagirker di berjewendiya xwe de bikaranî. Raste hikûmeta dagirker operasyonek pêkanî û Hewlêr paqij kir, lê hikûmeta dagirker wek xiyaneta 16ê cotmehê, wek Heşdî Şeibî 2017ê de li Kerkûkê mayî li Kurdistanê nema û Hewlêr dagir nekirin, berevajî wê ji ber 31ê Tebaxê Kurdistan pêşket. Lê em li encamên xiyaneta 16ê cotmehê bikin, çawa Kerkûk firotin û Heşdî Şeibî desthilata xwe li ser sepand û kurd li bajarê xwe tên perçiqandin. Lê piştî 31ê Tebaxê herêma Kurdistanê qonaxa pêşketina aborî, siyasî û civakî di xwe de dît.’’