CivakRojev

Em guman dikin PKKê teqîna li kampa Qadya kiribe

Şeva borî li kampa Qadya ya koçberên kurdên êzdî ya li Sêmêlê teqînek pêkhat û ji ber wê du kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn. Asayîşa Zaxo jî aşkera dike ku gumana wan heye ku PKKê ew teqîn pêkanîbe.

Îro 31.08.2021ê rêveberê asayîşa Zaxo Şivan Sindî ji BasNewsê re ragehand, bûyera şeva borî teqînek bû di nav mala efserekî asayîşê de, du zarokan jiyana xwe ji dest dane û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Herwaha diyar kir, ew bûyer pêwîstiya wê bi dûvçûnekî hûr heye. Li ser vê mijarê hemû aliyek li ser xetê ye û asayîşa Zaxo û Duhok û Sêmêlê jî lêkolînê dikin, ku ew kes bên girtin ku bûyer pêkanîne.

Şivan Sindî got: ‘’Gumana me heye PKKê ev kare kiribe, lê piştî me ew kes destnîşan kirin, emê bi daxuyaniyekî hûrgiliyan ji xelkê Kurdistanê re aşkera bikin.’’

Efserê Asayîşê got: ‘’Teqîn bi rêya bombeyekî çandî ve pêkhat, guman heye PKKê kiribe. Ji ber bombe nêzîk mala efserê asayîşê yê bi navê Şêx Hesen teqiya û bere jî çekdarên PKKê êrîş li hember wî efserî pêkanîbûn.’’

Ji aliyê din ve qaymeqamê Sêmêlê Xelîl Mehmûd jî ji BasNewsê re ragehand, hêzên ewlehiyê lêkolîn dane destpê kirin, tewanbaran dê aşkera bikin û dê bigehînin cezayê pêwîst, ji ber ev ‘’Karekî terorîstî ye.’’

Qaymeqamê Sêmêlê got, di vê teqînê de kablo bikarhatiye û nêzîkî 70 metreyan kablo hatiye dirêj kirin û teqîn bi bateriyê ve pêkhatiye. Ji ber wê 4 kabîne hatine jinavbirin û du zarokan jiyana xwe ji dest dane, ku yek ji wan 9 salî ye, yê din jî yek salî bûye. Derveyî wê jî 3 kesên din birîndar bûne û ziyan geheştiye otomobîlekî.

Back to top button