Karmendên konsulusxana Tirkiye hatin berdan

Girtiyên konsulusxana tirkî yên ku li Musil ji aliyê DAÎŞ ve hatin girtin îro berê sibehê azad bûn. Ji 49 girtiyan 46ê hemwelatiyên Tirkiye sinorê Suriye li Girê Spî derbasî Tirkiye bûn. Berpirsêm MITê ew brin Rihayê û ji Rihayê jî li gel serokwezîrê Tirkiye Davutoglu çûn Enqere.
Li ser azadkirina dilên Tirkiye hukumet tiştekî eşkere nakin. Lê didin xuyakirin ku wan bi imkanên xwe û rêya MITê ev insan xilas kirine. Herweha dibêjin ku wan li gel kesekî di vê derbarê de bazarî nekirine. Li gora rayadarên Tirkiye ew dîl bi operasyonekî hatine azad kirin.
Lê çavkaniyên nêzikî rêxistina DAÎŞê tiştek din dibêjin. Malpera Takva erebî malpereke nêzikî DAÎŞ tê zanîn. Di nivîsek ya xwe de dibêje ku, berpirsên Tirkiye û berpirsên dewleta Îslamî(DAÎŞ) hev dîtine û encama li hevhatinekî karmendên destê DAÎŞê de hatine azad kirin.
Herweha li gora malperê, ev dîl bi mercê Tirkiye tevlî tru operasyonek Amerîka nebê hatine azad kirin.