Karkirin li xerîbiyê

Roj kin bûne û bi hatina payizê  çilê li ber derîye, çilê reş u dirêj  ji belengaza re zehmete. divê ku  xwe amade bikin,  ji parve bi zorî u zehmetî zexire û ava firingîya ku amade kiribûn   bi dawî bûbû. Lewra cardî pêwîst bû, wekî kesên dewlemend nikarin herin cihê kirîn û firotinê selikê xwe dagrin û bibin. Ev jî tê wê wateyê kû herin kar û  xebatê ji bo biyanîyan.

Li hev kom bun û biryara çuyînê didin, hinekan got emê herin alîyê Behra Reş bindeqan, hinaka got na Behra sipî êdî germe emê herin çinîna sêvan û firingiyan.

-Biryara Antalya derket, ewê xwe filan rojê amade kin bi maldarî herin kar. hinek livin ê sivik û firax  ji xwe re dane hev û li hev pêçan kirin balîyê livinan  girêdan,  mêra barê giran  avêtin ser pişta xwe, jin jî hinek du canî bûn û hinekan jî bi destê   zarokê xwe girtibûn berê xwe dane istasyona  Diyarbekir, li wir heta saeta tirênê rawestîyan, zarok digrîyan dayıkê wan bi haşkirna zarokan ve mijûl dibûn, mêran jî di nav xwe de behsa yewmîya dikirin yekî got heta du mehan em rojê bi pêncî tl. yî bixebitin emê pê zivistana xwe derbas kin, kalêmerek ji wir rabû got gelo law yewmîya min jî ê wekî webe ?  

Xortê ciwan got wele xalo nizanim, ez dibêm rojate  ji ya me erzantire  ji ber ku tu extîyarî û nikarî wekî me bixebitî.
Kalemêr got law nevîyê min nexweşe û bavê wî di hepsê de ye divê ku bixebitim û dermanê wî peyda bikim. Kalemêr bi havakî bê hêvî di cî de danişî û qutya xwe derxist çixareyek pêça û carê tûtina ku ketibû devê wî bi zimanê xwe yî zuwa  tif dikir.

Hêj ji rabûna tirênê re dem hebû, jina bixçika xwe vekirin û nan û  zeytûn û hinek jî îsotê sorkirî, firingî hur kirin li dorê runiştin û di  xwarin.

 jin hinekî xemgîn bûn diçûn xerîbîyê çi tê serê wan, çi dibe ? wan jî nizanî bû,  lê tenê zanîbûn kû çuna wan pêwîste.  

Kalemêr devê wî şewitîbû ji isota tuj, li avê digerî ya çavên wî, cirana wî Remzo av daye  got xalo ma min negote te tuje nexwe  got de law dilê min jî çuyê lê zimanê min bûn peq , û domand got de tiştek nabe ewê derbas be.

Êdî dema tirênê hatibû, hew kû waye tirên li firfirka xwe dixe bi dengekî şewat. Malbat kete kelecanê zarokan dengê xwe yî girî bilind kirin, zilaman lez kirin firaqê xwe bi lez û bezekê avêtin vagona reş, jin u zarok jî bi cih kirin.

Tirênê cardî bi dengekî şewat fikand û bi rê ket. Dema  kû rabû tirêna wan, hinekî hêsanî hatibû wan ji ber kû bi saxî silametî xwe avêtibûn tirêne. Yekî ji wan got wun zanin ? Ev cihê ku em herin ewê pirsa jime bikin bêjin .

Hun ji kûne ?
Hun hatine çi ?
Hun ji tirka hez dikin ?
Hunê karê xwe baş birêk û pêk bikin ?

Roja yewmîya we bi hefqasîye û vayê hunê livir razên . Çi pirsîn rast bêjin, ew fam dikin kû meriv derewan an jî rast dibêjin.

 Lê nebêjin qey ewê xanîya bidin me ha ! çadirin,  emê di çadiran de bijîn. jina li çavê hev nerîn, wekî kû ji vê agahîye kêfxweş ne bûbûn, tirênê qederekî rê ya xwe vergirtibû, zarok raza bûn, êdî dayikan jî zanîbûn kû ew gelek westîyane  dixwestin ew jî hema danişkî hinekî xwe hêsan bikin û razên, wan jî çavên xwe girtin , lê mixabin mêra nikaribûn razên ji ber kû tirsa wan hebûn ewle nedibûn di tirênê de raên jin û zarokan bitenê bihêlin .

Xew ji çavê mêran diherikî lê xwe digirtin êdî rê hindik mabû, êdî  tirêjên tavê derketibû , zarok û jin jî şiyar bûbun , keçika por xelek got dayê ma çiqase rê gelekê  yanî dirêje dayka wê got hindik ma keça min hindik.

Karwanê hêvîyê êdî giha bûn cihê xwe .
Çawîşê wan bi dengekî hêla got de rabin zu peya bin lez kin,  cardî mêra firaxê xwe hilgirtin û  jina jî bi destê zarokê xwe girtin peya bûn ji tirêna reş bê xew bûn westîya bûn  hereba ke hespa li wur bû çawîş çu gel wî got tuyê me bi çiqasî bibî  gundê ku jêre dibê Elmalî, xwedîyê hespê got bi 50 lireyî. Çawîş derxist lirê wî daye û hemu siwar bûn çawîş dibêje jibîr nekin ha min pere da ezê li ser we binivisim mêra serê xwe hejandin got başe.

Ev çawîşê wan berê bi telefonê bi xwedîye bexçan re axifîye bazar kirîye serê karkerekî ji sedî 10 êwîye, çawîş çidike ew fekî naçine tene karkeran dibe û tinê hersal karê wî eve .

Ereba hespa li ber bexçe rawestî û got em hatin de peya bin . Baran hurik hurik  dibarîya dinya ewr bû çend çadir vegirtibûn di qiraxa bexçan de darê sêvan bi bereket bû isal tije sêvbûn jina got  ku em çiqasî pir biçinin emê zêdetir pera qezenç kin.

Di çadiran de bi ci bûn li derve ber çadiran civiyan yekî ji xwe razî hat bi dengekî nêvî qertafî nêvî bi pozbilindî got !
Hun bixêr hatine !
Çawîş axifî : tu saxbî patron.
Zivirî ser  malbatê got,
Hun hatine çi ?
Hun ji tirka hez dikin?
Hunê karê xwe baş bikin ? bi çavê xwe jî wan  dişopîne.  keçek  16salî  di nav wan de bû gelekî xweşik bû dayka wê keçik kişand pişt xwe  da mêrik wê nebîne .
 
Malbatê got em belengazin û hatine kar , emê karê xwe baş bikin, lê pirsa ku gotibû hun ji tirka hezdikin bê bersiv hiştin.

Xwedîyê baxçe, çawîş kişand gel xwe û şiret lê kirin ji wir dur ket.  Çawîş ji malbatêre got , min fedikar nekin û karê xwe baş bikin, ger hun zirarê bidin sêva ewê pere we kêm bide we.

Wê rojê xwe hinek rehet kirin xwarina xwe çê kirin li ser  tifikê şorba niska bû xwarina wan.

Roja dinê bi sehara sibêhêde rabûn  û heryekî satilek bêdrokî kirin destê xwe û dest bi çinîna sêvan kirin . Heta êvarî 25 kesen 140 qasa  sêv çinîbûn êvarî westîya bûn cardî şiva xwe xwarin û hinek sêv jî biserde û zû razan da sibêhê cardî di sahara sibêhêde  rabin û dest bi kar bikin,  carna dehatin qontirolê xwedîyê bexçan , dest bi nutuqê dikir hun kurdin bi çavekî biçukxistinê li malbatê dinerî,  lê,  dinerî kû  Kurdan karê xwe bi rêk û pêk dikin zêde deng nedikir.

 Heta du mehan ewê wuha bidome bixebitin pere xwe vergirin û berî bidin welatê xwe ji neha ve bêrîya welat kiribûn jî, lê pewîstbûn  rêvîyê jînê.

Zînê  Amedî    
10.9. 20014  
AMED

Nerîna min :