Civak

Kargeha Zaxo rikeberiya kargehên derve dike

Kargehekî dirustkirina mobîlyatan li Zaxo rikeberiya kargehên derveyê Kurdistanê dike. Nêzîkî 20 sale ew kargeh damezraye, beşek ji hemwelatiyan jî mobîlyatên xwemalî bi baştir dizanin.

Kazim Hacî xwediyê pêşangeha mobîlyatane û dibêje: “Em berhemên xwe bi garantî difroşîn û nirxên me erzane. Li ser daxwaziya mal û cîhan berheman dirust dikîn”.

Bi gotina beşek ji xwediyê mobîlyatan, li ser daxwaziya hemwelatiyan kar dikin û qumaşan li gor xwestên xwe diyar dikin.

 

Back to top button