Civak

Cêjna Pîrşalyar an ku cejna nîvê zivistanê li Hewraman

Îro li Hewramana Text ya li Rojhilatê Kurdistanê rêwresma Pîrşalyar birêvediçê û heta sê rojan berdewam dike.

Rêwresma Pîrşalyar yek ji kevintirîn cêjnên navçeya Hewramana Texte ku salane xelkekî zêde ji welatên derve û bajarên Îranê ve beşdariyê li wê rêwresmê dikin. Ev cêjin heta sê rojan berdewam dibe, rêwresmeke taybetiya xwe heye. Xelkê Hewraman bi def lêdan û zikir û qurbanî û şevnişîniyê vê cejnê pîroz dikin. Ev rêwresm bi zemawenda Pîrşalyar bi nav û denge û salane li nîvê zivistanê da birêvediçê. Yekem birgeya merasîmê êvariya roja sêşem bi “Xeber” destpêdike. Sibê roja çarşem bi “Klawrojne” û qurbanî û dirûstkirina xwarin û kombûna li çilexaneya Pîrşalyar berdewam dibê û birgeyên din heta sê rojan berdewamiya xwe heye.

Beşek ji goştê qurbanê li nav xelk da belav dikin û beşeke din jî ji bo dirûstkirina xwarina ji bo mala Pîrşalyar tê birîn. Paşê demjimêr 2 û 3ê piştî nîvro def lêdan destpêkir û xort û zilam û pîrên wê navçeyê dest li destê hevdû, zincîreke mezin dirûst dikin û li gel dengê defê semayekî îrfanî dikin.

Paşê zikir û def lêdanê, xwarina 950 saliya Pîrşalyar tê amade kirin û li nav xelk da tê belav kirin. Çendîn birgeyên dinê vê merasîmê birêvediçê û xelkekî zêde ji bajar û gundên Kurdistanê serdana Hewramanê dikin. Ji bilî wê ji bajarên Îranê û welatên derve jî mîhvanekî zêde serdana wê navçeyê dikin.

 

Back to top button