Polîtîk

Karasu: AKP nehişt Tifaqa Kurdistanî û HDP hevkariyê bike

Endamê Komiteya Revebir ya PKKê Mistefa Karasu di derbarê Tifaqa Kurdistanî ya hilbijartina de daxûyaniyek da.Di derbarê Tifaqa Kurdistanî û HDPê de pirsek ji Karasu hate kirin.Pirs:  Di navbera HDPê û hinek partiyên Kurd de hevdîtin çêbûn.Lê negihat encamekî. Li gora we sedemên vê çibû?Karasu bersiva xwe de dibêje: HDP ne tenê partiya Kurdaye.  HDP partiya Kurda, Alewiya û ya hemû aliyên tên perçikamdin e.Karsasu dibêje divê hemû kurd di nava HDPê de cih bigrin.Karasu sedemên ku hevdîtinên Tifaqa Kurdistanî  û HDPê negihatîn encamekî dibêje: Dixweyê AKP midaxele kir û nehişt tifaqek çêbibe.Partiyên kurda zêde daxwaziya berbijêrên  parlementoyê kirine û ji bo vê rê li tifaqê girtine.Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartina di vê derbarê de daxûyaniyek ji bo Raya Gişî ragihandibû.  Tifaq dibêje ku. wan bi tu awayî behsa berbijara û hêjmara wan nekiriye.Karasu di derbarê helwesta partiyên di nava Tifaqa Kurdistanî de rastiyê nabêje. Bi vê daxûyaniya xwe de cardin piştrast dike ku, HDP ne bi îrada xwe siyasetê dike.Di derbarê daxûyaniya Karasu de helwesta Tifaqa Kurdistanî girînge. Gelo Tifaqa Kurdistanî dê çewe bersiva Karasu bide?

Back to top button