Polîtîk

Kaplan xwest ku ji bo rayedarên Emerîkî doz were vekirin

Piştî nûçeya di rojnameya Emerîkî, Wall Street Journalê de derket û hat eşkere kirin, ku îstixbarata komkujiya Roboskiyê rayedarên Emerîkî yên bi Tirkiyê re li ser mijara îstixbarat parvekirinê dixebitin dane, Parlementerê BDPê Kasip Kaplan, banga parêzerên qurbaniyên Roboskiyê kir û ji wan xwest ku ji bo ev rayedarana doz were vekirin.

Kaplan diyar kiriye ku di hiquqa navneteweyî de bingeha vê heye û mînak jî hene. Ji bo karibî dozê li Emerîkayê vekî, dibêje ne hewceye hemwelatiyê Emerîkayê bî. Di bergeha Zagona Sucê a Biyanî de, di derheqê rayedarên Emerîki yên berpirsyar de dozê karin vekin.

Parlementer û Parêzer Hasîp Kaplan wiha dibêje, “ji bo karibî dozeke wisa vekî, ne hewceye hemwelatiyê Emerîkî bî. Parêzerekî ku hiquqa navneteweyî baş zane, bi navê malbatan kare dozê veke. Ku dozeke bi vî rengî bê vekirin, parêzerên malbatên Roboskiyiyan û parêzerên Emerîkî wê bi hev re bixebitin. Vê karî bikî û divê were kirin.”

Di vê mijarê de keyayê gundê Roboskiyê Haşim Encû jî gotiye ku, “em dixwazin dozê vekin. Ji bo vê em dixwazin hemû derfetên xwe bikarbînin.”      

Back to top button