Polîtîk

Gul û Neçîrvan hevdîtin

Piştî hevdîtina li gel Erdogan û Davutoglu, serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul li qesra Çankaya pêşwaziya serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Hevditina Gul û Barzanî zêdeyî seetekî dewam kir.

Serokwezîrê Kurdistanê li gel serokkomarê Tirkiye behsa rewşa herêmê û Iraqê kir. Abdullah Gul ji bo serokwezîriyê pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî kir. Herweha ji bo wefata pismamê serok barzanî taziyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir.

Beşek di hevdîtinê de li ser asayişa sinor hate sekinandin. Herdu aliyan pêwistiya parastina asyîşa sinoran anîn ziman û ji bo parastina emniya sinor sekinîn.

Li ser pirsekî serokwezîrê Kurdistanê got: Em cardin dibêjin pirsgirêk bi şer, tundî û metoden leşkerî çareser nabe.Pirs bi tenê bi diyalog, rêyên siyasî û bi metoden demokratîk tê çareser kirin.

Serdana Nêçîrvan Barzanî û hevdîtinên ku li Tirkiye pêkanîn di qonaxek gelek zîz de pêkhat.


 

 


 

 

 

Back to top button