Kultur

Karvedana bersiva serokatiya Kurdistanê di mediyaya tirkî de

Serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî di hevpeyvîneke xwe de digel NRT gelek êrîşî herêma Kurdistanê kir û berprisên hikûmeta herêma Kurdistanê bi tawanên bê bingeh û dûr ji rastiyê tawanbar kirin. 

Serokatiya herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de bersiva Malikî da û hemû tometên wî dayne pal herêma Kurdistanê red kirin û serokatoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de gotiye ku ew dê di demek nêzîk de belgeyên li ser gendeliyên Malikî hene eşkere bikin

Karvedana bersiva serokatiya herêma Kurdistanê bo Nurî Malihî di mediyaya tirkî de:

Ji Barzanî bo Malikî: Ew belgeyê li ser te hene, dê eşkere kim.

Barzanî gef li Malikî kirin

Barzanî: Belgeyan dê eşkere kim

Mesûd Barzanî helwestekî req li dijî Malikî nîşan da

Barzanî bi dijwarî bersiva Malikî da

Li Îraqê roj bi roj şer mezintir dibe

Kirîza siyasî li Îraqê roj bi roj mezintir dibe

Li Îraq red û redkarîyê dest pê kir

Ew gotinên Barzanî gelek aciz kirî

Barzanî gefên mezin li Malikî kirin

Îraq her ber bi aloziyan diçe

Li Îraqê şerdef berfireh dibe

Barzanî di bersiva Malikî de got dê hemû belgeyên li ser Malikî hene eşkere kim

Barzanî vê care gelek aciz bû, pêş nuha tu carî wusa aciz nehatiye dîtin

Barzanî: Dema belge eşkere dibin, her kes dê rastiyan bibîne

Barzanî: Malikî kina dilê xwe rişt

Malikî vê care Barzanî gelek aciz kir

Balkêş e ?
Close
Back to top button