Dosya

Kanaleke erebî: NRT ji aliyê Îranê ve tê fînanse kirin

Kanaleke televizyoneke Îraqê di bernamyeke xwe de êrîş dike ser kanaleke televizyoneke kurdî û wê kanala kurdî bi wê yekê tawanbar dike ku ji aliyê Îran û Malikî vet ê finanse kirin.Kanala Feluca ya Îraqê û di bernameya xwe ya bi navê (Studyoya Saet 9)ku ji aliyê rojnamevanê ereb Enwer Hemdanî vet ê pêşkeş kirin, behsa kanla NRT ya başûrê Kudistanê dike û dibêje: – Kanla NTR ji aliyê Îranî û bi piştevaniya Nurî Malikî serokwezîrê berê yê Îraqê ve tê finanse kirin.Ew rojnamevanê ereb dibêje ku NRT kanalek sermayedariye û ji bona dijatîkirina siyaseta serok Mesûd Barzanî û herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve tê îdare kirin. Li gor rapora wê kanala îraqî, xûşka xwediyê kanala NRT, Sirwe Ebdilwahîd têkeliyek taybetî digel Nûrî Malikî heye.Weke tê zanîn xwediyê kanala NRT, Şasiwar Ebdulwahî li dijî referenduma serxwebûna Kurdistanê dixebite û tevgerek bi nave Nexêr ji bo serxwebûna Kurdistanê avakiriye û kanala wî NRT piropagendeya eniya Nexêr dike.

Back to top button