Cîhan

Ji bo serxwebûnê tu sebra Kurdan nema

Nivîskarê rojnameya The Jerusalem Post, Neville Teller di gotara xwe ya rojnameyê de dibêje: Gelê kurd, ku hejmara wan zêdertirî 30 milyonan e, li ser cîhanê gelê herî mezin ê bê dewlet in. Kurdan bi hezaran sal beriya niha, weke milleteke serxwebixwe û serbilind li ser xaka xwe ya li dilê Rojhilata Navîn dijiyan. Bi tevê dagirkerî û êrîşên mezin, wan karîn çanda xwe biparêzin.”Teller dibêje, niha li ser nexşeyê kurd bê welat in û di bin serweriya 4 welatan de dijîn. Piştî Şêrê Yekem ê Cîhanê dema nexşeya Rojhilata Navîn ji nûve dihate kişandin, dewletên hevpeyman, bi taybetî jî Brîtanyayê soza azadiyê dane kurdan lê ev soz bicîh neanîn. Herwiha di dema Peymana Sewrê de Fransa û Brîtanyayê ji bo çarenivîsa Kurdistanê soz dan giştpirsî were kjirin lê ev giştpirsî pêk nehat. Paşî bi peymana Lozanê parçeyeke mezin a axa kurdan kete nav nexşeya Komara Tirkiyê.Neville Teller di beşeke din ê nivîsa xwe de behsa wê yekê dike, ku piştî êrîşa DAIŞê ya Hezîran 2014ê, Artêşa Iraqê têk çû û pêşmergeyên kurd karîn sînorên Kurdistanê biparêzin.Teller dibêje: “Di sala 2017ê de, di qonaxa duyemîn a kontrolkirina Mûsilê de, di bin serokatiya Mesûd Barzanî de piraniya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê biryar dan di 25ê Îlonê de ji bo serxwebûna Kurdistanê giştpirsiyê bikin.”Nivîskarê îsraîlî dibêje: “Di hevdîtinên di navbera Bexda û Hewlêrê de, destê kurdan bihêztir bû. Berteka Tirkiyê ya li hember biryara giştpirsiyê krîtîk bû. Amerîka û Brîtanyayê gotin, dem ji bo giştpirsiyê ne guncayî ye. Bexdayê ji xwe ev biryar qebûl nekir.”Neville Teller diyar dike, ku yekser piştî ragihandina dema giştpirsiyê, Erebîstana Siûdî piştgiriya xwe eşkere kiriye û dide xuyakirin, dibe dewletên sunnî yên di nava hevpeymaniya Siûdî de jî vê giştpirsiyê nas bikin.Teller dibêje: “Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî, weke nerazîbûna li hember helwesta Amerîkayê, eşkere kir, ku ew piştgirî didin giştpirsiyê. Kurd milleteke wêrek û şerker in, ku ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe bê serbir bûne.”Rûdaw

Back to top button