Cîhan

Kanadayê kîmiyabarana Helebceyê weke tawana li dijî mirovatiyê nas kir.

Parlamentoya Kanadayê kîmiyabarana Helebceyê weke tawana li dijî mirovatiyê nas kir.
Parlamentoya Kanadayê di civîna xwe ya roja 16.3.2010ê de, bi tevaya dengê her çar partiyên kenedî yên nav parlamentoyê ( Partiya Liberal, Partiya mihafikaran, Partiya Demokratên nû û Bilokê Québec) biryar naskirina tawana kîmiyabarana Helebceyê weke tawana li dijê mirovatiyê qebûl kir.

Parlamentoya kanadayê di birayara xwe de dibêje; ”Parlamentoya Kanadayê ew kiriyarên ku ji aliyê Sedam Hisên li dijê kurdan kirine, ji bikaranîna gazên kêmiyayî di 16adara 1988ê de û wêrankirina gundên Kurdistana Îraqê û herwesa peyrewkirina sêstema qirkirina xelkê Kurdistana Îraqê bi awayekî sîstematîk, weke tawanên li dijî mirovatiyê nas dike.”

Pirojeya vê biryarê ji aliyê parlamenterê kanadî Cim Karaciyatî yê dostê kurd ve pêşkeşî parlamentoya Kanadayê kir bû.
Cim Karaciyatî l dor vê biraya parlamentoya Kanadayê dibêje ku naskirina tawana helebceyê weke tawanek dijî mirovatiyê di vê qonaxê de pêngaveke baş e û ”Em dê li ser şopandina vê dosyeyê berdeam bin heta ew tawan weke jenosîda bê qebûl kirin,” dibêje Cim Karaciyatî.

Back to top button