Polîtîk

Doza girtina Ak-partiyê di rojevê de ye

Enqere -Eve demeke di kulisên siyasî yên Enqerê de behsa girtina Ak-Partiyê tê kirin. Îro rojnemevanê rojnama Tarafê Mehmet Baransu dibêje ku dê sibehê di derbarê girtina Ak-Partiyê de,dozerê dozê li Dadgeha Qanûnî veke û daxwaziya girtina Ak-Partiyê bike. Vê nûçeyê kulisên Enqere yên siyasî tevlîhev kir.

Li ser vê yekê pirsek ji berpirsek bilind yê Ak-Partiyê  hate kirin, berpirsê Ak-Partiyê di bersiva xwe de got:“ Tê gotin ku evê 4-5 mehên amadebûnek bi vî awayî heye. Ji xwe serdozer jî ji berî niha kerametek ya xwe da nîşandan got: “ … ew his dikin ku, ka dê doza girtinê were kirin yan na..“ Rastî niha em ne hêviya tiştek bi vî awayî ne. Lê selahiyeta serdozer heye dikare sebê jî doza girtina me bike û evarê jî bike“

Herweha di berdewambûna axaftina xwe de berpirsiyarê bilind yê Ak-Partiyê got: “ Niha dozer jî dizane bi girtinê nikarin bigihin tu encamî. Lê armanca wan ya mezin ewe ku Receb Tayib Erdogan ji siyasetê men bikin. Yanî  bi vî wayî hewlbidin ku dengên partiyê kêm bikin. Ev mimkine.  Lê dema partiya me bi sere xwe bûyî îktîdar Receb Tayîb Erdogan  nedikariya siyasetê bike û ji siyasetê qedexekirî bû. Lê cardin em bûn îktîdar. Hewldanên wan di rastiyê de tiştekî naguhere“
Lê hejî ev xebera ku dê sibehê dozer , ji bo girtina Ak-Partiyê serî li Dadgeha Qanûnî bide hêjî nehatiye teyîd kirin. Lê herweha xebereke û îdiayeke.

Back to top button