Polîtîk

Clinton: Başbûna rewşa Iraqê pêwendiyên me ve girêdaye

Washington – Doh  Li Washington, wezîra derve ya Amerîka Hillary Rodham Clinton, dîdarek bi çend rêxistinên sivîlên Iraqî re pêkanî. Hillary  Clinton, di van civînan de, hêvî kir, ku peywendîyên navbera Iraqê û Amerîka herdem geş û xurt bin.

Hillary  Clinton di vê dîdarê de got, ku divê gel, ol  û alîyên nava Iraqê beşdarîyê di hukûmeta nû ya Iraqê de bikin û divê hevkarîya navbera Amerîka û Iraqê, di hemû waran de berdewam be.

Hillary  Clinton di beşekî axaftina xwe de ya ku di vê dîdarê de pêşkêş kir, weha jî got: “ Başbûna rewşa Iraqê bi başbûna pêwendîyên navbera Amerîka û Iraqê ve girêdayî ye, ew jî da ku xweşî li rojhilata navîn hebe.“

Back to top button