Polîtîk

Li dijê rêxistina terorîst a Ergenekonê operasyonek nû destpêkir

Di çerçova doza rêxistina terorîst a Ergenekonê de, dozgerê Îzmîrê  operasyonek berfireh li 9 bajaran kir. Li gora nûçea kanala NTV ya tirkî, îro Stanbul, Enqere, Îzmîr, Manisa, Kayserî, Sivas, Zonguldak û Diyarbekirê operasyonek berfireh hate kirin. Di encama vê operasyonê de 28 kes hatine binçavkirin. Dê piştî êfada bête girtin,wê rewşa wan bête zelal kirin.

Li Tirkiye dema ji eniya kemalistan dijê hukumetê yan jî Ak-Partiyê tiştek tê kirin , di cih de mirov dibîne ku gavek li himberê wê helwesta kemalistan hatiye avêtin. Îro nûçeyek derket ku, dê dozer ji bo girtina Ak-Partiyê daxwaziyê ji Dadgeha Qnûnî bike. Piştî vê gotine di cih de kanalên televizyonan ev operasyona Ergenekonê ragihandin.Bivî nevê mirov girêdanekî di navbera van bûyeran de dibîne.

Back to top button