Civak

Jiyana Demirbaş di xeterê de ye

Serokê Bajarvaniya Sur a navçeya Diyarbekirê, Abdullah Demirbaş di doza KCK-ê de girtîbû. Lê ji bo sedema nexweşiya wî hate berdan. Demirbaş ji bo nexweşiya xwe tedawiyê dibîne. Herî dawî nexweşxaneyekî li Stanbulê, gote ku tedawiya vê nexweşiyê li Tirkiye ne mimkine divê  li Amerîka  ev tedawî berdewam be.

Lê Abdullah Demirbaş ji bo biryara dadgehê nikare derkeve derveyê Tirkye. Ji bo ku bikaribe biryara dadgehê pêwist e. Wek tê zanîn dema Demîrbaş hatî girtin piştî 6 mehan rewşa tenduristiya wî gelek xirab bû. Piştî îtiraza parêzeran hatibû berdan.

Back to top button