Îro bo yekemîn car û bi awayekî fermî geştên asmanî yên di navbera Kurdistan û Qibirisê de dest pê kirin.

Di yekemîn geşta asmanî ya îro de hijmareke zêde Rayedarên Qobirisê amade bûn û bi hevre serî li Kurdistanê dan.

Di nava heyeta mêwan de Serokê Jûrê Bazirganî, Şewirmendê Wezareta veguhastinê, Birêveberê xeta asmanî ya Qobirisê û hijmareke Karsaz û pîşesaz cîh girtibûn û li Balefirxaneya Hewlêrê de ji aliyê Rayedarên Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.

Biryare ku, di destpêkê de her Hefte yek geşt ji Qibirisê bo Kurdistanê hebe û di demeke nêz de vê hijmara ev geştên han zêde bibe.

 

(KTV)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: