Polîtîk

Talabanî Kilicdaroglu re civiya

Serokkomarê Iraq a federel Celal Talabanî li Yunanistanê li gel serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu hevdîtinek kir. Talabanî û Kiliçdaroglu di kongreya sosyalist enternasyonalê de ev hevdîtin pêk anîn.Wek tê zanîn YNK û CHP herdu jî xwe wek partiyên sosyalist didin nasandin û di sosyalist enternasyonalê de cih digrin.

Li gora aghdariyan talabanî û Kiliçdaroglu li ser pêwendiyên Tirkiye û Iraqê sekinîne û herweha behsa rewşa Sûrî jî û behsa kêşaya ku li parlementoya Tirkî jî hatiye kirin.

Talabanî ji Kiliçdaroglu xwest ku werê serdana Iraqê bike. Wek tê zanîn serokkomarê Iraqê berê jî serokê kevin yê CHP-ê Deniz Baykal dawetê Iraqê kirî bû.Lê Baykal serdana Iraqê nekir.

Back to top button