Jîyan û Dayîk

Jin dayîke,xwîşke,û jîyane,Gelo Kîjan jin? jina li rojava (avrupî) jina civaka me kurdan. Di olan û bawerîya de jin,di ‘demoqrasîya’ de jin û di nava eşîreta me kurdan de jin .Di vir de bi 2 sîstema em pirsgirika jinè bidin dest è xwe. 1 Bawerîya de jin 2 di sîstema beşerî(mirovan ) de jîn.Di hemu Ol û bawerîyan de mafèn jinè û zilam yek di bîne .Ev rèzik heya îslamîyetè hz Mihemed ku mirov dibîne berè keçan bi saxî bin ax dikirin .Lè dema îslamîyetè ev yek qedexe bu, lewra jin jîyane û Azade. Ji na bi navè  Xetice Xanima Hz Mihemed  him di Ticaret û bazirganî , û him ji  desteka dayîna Hz Mihed de  wî wek  Pèxiber jî qebul dike. Di vir de  rola Malbatî, jin û zilam ji radixe ber çav.  Ev rèzik ji  Hewa û Hz Adem , Hz Ïbrahim û Hacer û her wisan Hz Myrem Dayîka Hz Isa . Dayîk jin û pèsengèn  tekosîna Qedera  miletan û Olan jî kirin.

Lè dure me çewan hemû maf û jîyana mirovatîyè bin pè bu , her wisan jî mafè jinè zèdetir kete xeterè. Piştè dest hilatdarîya Emewîyan vir de, idî bi navè ‘Dîn’ û Olè jinan di saraya de wek carîyan bin dest kirin .  ji alîyè Yezidè lawè Mawîye de lawè Hz Elî H Huseyîn   sehîd dikin û serè wî jèkirin. Ïdî   jin û Civak dikeve destè Desthilat darèn  Serayan . Ev rèzik heya Osmanîyan hat û hèj jî bi navè ser girtin (turban)Terîqetan kor hîştin .Bi navè Tc û ‘demoqrasîyè’ bi awayek sosret qaşo ‘maf’ didan jinan  di şevek de biryar girtin, ku lixwe kirin û cil û bergèn jinan bi guherînin. Zanyarek çewan ku dibèje « di ser sala 20  de bi navè dinè ‘îslamè’ 4 jinan bînin hîzar (çarşev) lè bikin ev yek çiqas guneh û zulme li jinè. 

Bi navè ‘demoqrasîyè’ji, ji bona reklama , Otomobîlek keçek bejn û bala wè şaxîn û bedew,bi navè ‘manken’tazî dikin û li pèş hîn kesèn banker û di bèn em ‘zanyarin’diçe û tè. Ew jinèn bi navè ‘îslamîyetè’ ji xwe re dikin ‘metres’çiqas gunehe ew ‘keça’ bè guneh ji bona berjewendîyèn qapîtalîzmè jî ewqas guneh û rezalete ».Yek bi navè ‘Dîn’ è din jî bi navè ‘Demoqrasîyè’.Gelo sîstemek heye ku van kiryarèn qirèj ji holè rake ? em hèvî darin. Başe miletèn xwedan dewlet bi van sîstemèn qirèj li ser ‘jinan’ di meşînin.  Lè gelo miletè Kurd bè dewlet û di bin destèn 4 nijad û Dewletèn ku dibèn em Misulman de jîyan dikin   rewşa jinè li vir çewa bu û çewane . Em dikarin wiha bînin ziman , di Tekoşîna Ol û bawerîyan de  jin, û di Tekoşîna  Gel û netewan de Jin. Ji na Kurd jî di civak Eşîretîyè de Jin , û di Şoresa  Tekoşîna kurd de Jin.  Ji ber ku bè dewlet û bawerîya xwe ya ser bixwe bun di warèn Eşîrtî û civakî de di hatin bireve birin. 

Jina Kurd bi hîzar û girtî nebun , di nav kar xebatan de bun. Bèrî û bèrîvan, bi zilaman re li paleyè û şîn û şahîya bun. Dema şer û pev çunek çè buya dest li ber jinan rane di bun. Jin biçuyana xwînan xwin xweş di bun. Lè li alîye din de Xort û keçek  destè hev girtiibana,dibu sedemè pevçun û kuştinan. Ji bona navek nexweş ji bona jinè hatiba gotin, gelek cara kuştin talan û gund wèran di bun. Lè li alîyek  din ve ew  ‘jina’ muqedes û paye bilind ,zilam ji bona zaroka lawîn ku tuneba, di ser de di zewîcin.Dèla xwînè de keçek didan alîyè mayîn   ji  bona ku li hev du werîn. Carnan keça xwe, an jî xwuşka xwe  re dikirin Berdèlî.

Dema jinek di mala zilam de di zor û tengasîyè da ba, çend rèyèn wè he bu ku serî lè bida. 1-Ewè bigota ‘qedera’ mine, ji bona malbata bavè xwe ezè heya mirinè derbas bikim. 2- Berè xwe bida mala bavè, lè divir de carnan kuştin û belayèn giran jî rudidan. 3- An jî ewè dawî li jîyana xwe bi anîya , lewra wek niha sazî û rèxistinek ne bun. Di vir de mebesta min ne piçuk kirina gelè me an jî kesane, rastîya jîyana me û ku ez jî di nav de  jîya me.  Lè îro gelè me xwedan Ol û bawerîya xwe û  rèxistinîye.

Ji na kurd piştè  Tekoşîna netewî de Mînakèn  wek Besè , Zarîfe ; Rindè Xana  Elîyè Unis , Leyla Qasim, Zîlan û bi hezaran  Dayîkèn  lehengèn  Afirandin. Iroji  Jinèn Kurd di Parlaman dagirkeran de  bi berxwedan û tekoşerin.  Rastè  şideta  Zilamèn  sîstema  Emewî ya  û Erdoganan tèn . Lè ne bi tenè Zilamèn dagirkeran her wisa Jinèn Saraya  Erdogan  bi lèdan û şidet li ser  Parlamenèn  jin èn Kurd pèk anîn . Ji wan re jî  tè gotin Jin, ?

Bi vè wesîlè  ne bi tenè ji bona rojek jinan , her wisan hemu rojèn  Jinan bi şahî û Azadî be. Lè em ji bîr nekin ku Jin Dayîka Zilamane , lewre jin û Zilam bi hev re li hemberî  Dagirkeran tè dikosin . Em Jinèn Saraya   Erdogan , û nejî Zilamèn   ser tewan dî dixwazin. «  Belè hun dikarin serè me  jè bikin , lè  nikarin Serè me bitewînin. Carek din  di şexsîyeta Mehmed Tunc , Tahir Elçî , Sakine , Sèvè û hemu lehengèn Şoreşa  kurdistanè bi bîr tinin. Vè nivîsa min dîyarè hemu Dayîkèn  Şehîdèn Kurdistan,  Jinèn  Aşîtî xwaz û zîndan de . Roja 8 Adarè li hemu jinèn tèkoşer û Dayîkèn  Aşîtîxwaz  Pîroz dikin 

Feyzi  Mîrhesen/Paris

Nerîna min :