PolîtîkRojev

Êzidî qurbaniyên bêtawan ên terorê bûn

Papayê Vatîkanê Papa Francis ragihand ku Kurdên Êzidî qurbaniyên bêtawan ên terorê bûn ji ber bîr û baweriyên xwe yên ayinî.

Li Bexdayê îro 5ê Adara 2021an bi amadebûna Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê pêşwazî li Papayê Vatîkanê Papa Francis hat kirin.

Papayê Vatîkanê Papa Francis gotarak pêşkeş kir got: “Min ligel xwe aştî aniye. Divê pêkhateyên li Iraqê bi aştiyane pêkve bijîn.”

Papa Francis divê Divê em li tiştê ku me digihîne hev ne ku li yên me dûrî hev dike binêrin û got: “Cûrbecûrîya dînî alîkarîya pêşketin û hevgirtina welêt dike. Divê ayîn di xizmeta aştî û biratîyê de be, nabe ku navê Xweda ji bo kuştin û terorê were xebitandin. Çekî li alîyekî danin, divê em li hemberî tûndîya herêmî ya ku welatan dide ber xwe rawestin.”

Papa diyar kir ku ji bo pêkvejîyanê û têkbirina ezezîtîyê, divê rê li ber belavbûn û belawelabûna çekî were girtin û wiha pê de çû: “Bes e ji tûndûtûjî û azarkêşanê re! Siyasetmedar jî vexwendîyê ragirtina li hemberî gendelî û bikaranîna desthilatê ne.  Ji boyî rakirina civakê, dengê xwe didim dostên xwedî helwestên çak. Kes û karên ku ji ber terorê dost û hevalên xwe ji dest dane li bîra xwe tînim. Civaka ku biratîyê li xwe digire aram û hevgirtî dijî.”

Papayê Vatîkanê herwiha komkujiya li Şingalê ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hate encamdan şermezar kir û got: “Em neheqî û tawana ku li Êzdîyan bûyî li bîra xwe tînin. Kurdên Êzidî qurbaniyên bêtawan ên terorê bûn ji ber bîr û baweriyên xwe yên ayinî. Em dikarin ji bo nifşên xwe yên dahatûyê cîhaneke dademend raberî wan bikin.”

Papa di heman demê de got: “Pêwîstîya pêkevjîyanê bi giftûgoyeke jidil heye. Bi hezarên salan e ku Iraq bi cûrbecûrîya xwe ya dînî tê naskirin. Wê yekê serêşî û gelek teşqele ji Iraqê re anîn û herî bêhtir milet pê xembar bû.”

Back to top button