Cîhan

Jiyan sekinî…!

Eve du rojin bi sedema berfê li Stanbulê balefir ranabin û bi hezaran rêvî li balafirxaneya Stanbulê asê mane. Îrojî ji balafirxaneya Stanbulê heta demjimêr 13.00 balefir ranabin. Eger barîna berfê kêm bibe ihtimale cardin hinek sefer destpêbikin. Lê tunebûna organîzasyonekî baş bûye sedema herî mezin ya karasate rûdayî.

Herweha di nava Stanbulê de jî bi hezaran wesite ji şevîdin ve di rêyade mane û nikarin herin malên xwe. Ji xwe çûyin hatina Stanbulê bi temamî hatiye sekinandin. Lê ji aliyek din ve balafirxaneya berê ya Stanbulê vekiriye û balefir tên û diçin. Vê jî tenê ji bo wezîra û hinek aliyan bi kartînin.

Şeredariya Stanbulê di gelek waran de nekarî erka xwe pêkbîne. Vêca hukumet Şeredariyê û Şeredarî jî hukumetê tawanbar dike. Ya rast herdu aliyan jî nekarine ya pêwist bikin û giranî ev yek bûye sedam karasata rûdayî.

Back to top button